Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye 2020-09-22 09:04:56 ŞIRNEX - Li gundê Nerexê yê li qûntara Çiyayê Cûdî bi nêzîkbûna demsala Peyîzê re, welatiyan dest bi çêkirina dimsê kirin.   Li gundê Nerexê yê li qûntara Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi nêzîkbûna Peyîzê re welatiyan dest bi çêkirina dimsê kirin. Welatiyên ku li nava rezan dimsê çêdikin, bi malbatî û komî dixebitin. Piştî ku tirî şêrîn dibe û digihişe, bi selikan tê komkirin û dûre di teliz û hewdan de tê perçiqandin. Tiriyê ku tê komkirin bi hostatiyek mezin ji zivistanê re tê amadekirin.  Piştî ku tirî  hat pelçiqandin  ava tirî dixin hûndirê sîtilê û nêzî 6 saetan dikelînin. Dema ku dikele jî, ji bo ku tîr nebe, divê bi darekî were tevdan. Piştî kela 6 saetan, ava tirî dibe dims.     'ÇÊKIRINA DIMSÊ HEM ÇAND E,HEM JÎ ÇAVKANIYA DEBARÊ YE'   Ji jinan Bedriye Kiliç a ku bi salane, di demsala Payîzê de çêdike axivî. Kiliç destnîşan kir  ku çêkirina dimsê hem kareke aborî û hem jî kevneşopiyeke civakiye û wiha axivî: "Di her nêzîkbûna zivîstanê de, em di van mehên Peyîzê de dest bi amadekariyan dikin. Amadekariyên zivistanê pîranî li ser milê me jinan e. Li gundê me tiştê herî nav û deng tiriyê me ye.  Em dimsa xwe bi tiriyê qetilnefs çêdikin. Ev tiriye li her derê çênabe û nayê peydakirin. Ji bo zivistanê tişta ku  herî zêde em çêdikin dims e. Em li gund karê rezvaniyê dikin. Karê rêzvaniyê û çanda dims ji dapîr û bapirên me maye û ev ji me re  hem çande û hem jî çavkaniya debarê ye. Çêkirina dimsê ast ast e. Gelek bi zehmet e. Lê tişta ku mirov berde kedê nede, tama wê jî tune ye. Dims di heman demê de, ji bo tendûristiya mirov jî baş e. Ya me ji bo ku xwezayî tê çêkirin, ji gelek nexweşiyan re derman e. Tu dims naşibe dimsa Nerexê."    ÇÊKIRINA DIMSÊ    Delal Gokalp a ku di nava rez de dimsê çêdike jî ast bi ast wiha behsa çêkirina dimsê kir: "Tiriyê me di meha payîzê de şêrîn dibe. Ji bo berhevkirina tirî û çêkirina dimsê em malbat bi hevre ligel berbanga sibehê ji Cizîrê tên gund. Di serî de em tiriyê xwe kom dikin. Destpêkê em tiriyê xwe diçînin û pişt re jî em di pelçiqînin. Dema ku me pelçiqand em ava wê di quşxaneyên mezin de li ser agir dikelînin.  Qasî 6 seatan li ser agir dimîne. Dema ku ava wê baş zelal bû, em avê vala dikin. Paşê jî di kûz û bîdonan de  qasî 3 rojan tê mihafezekirin. Em ji xwe re amade dikin. Lê gelek malbat hene ku bi çêkirina dimsê debara xwe dike."   MA / Zeynep Durgut