Şewata li Çiyayê Gabarê didome 2020-09-21 15:17:07   ŞIRNEX- Li Çiyayê Gabarê şewat her ku diçe ber bi qadên cuda belav dibe.    Şewata ku hefteyek berê li Çiyayê Gabarê nêzî bajaroka Dergûlê ya Şirnexê bi daristanê ketibû û pişt re belavî çoltara gundên Zîvîngû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka bûbû, didome. Şewat îro jî ber bi çoltara bajaroka Findikê û gundê Zivingû yê girêdayî navenda Şirnexê ve belav bû. Hat hînbûn ku şewata li gundê Bêsûkê ji hêla welatiyên gund ve hatiye vemirandin, lê di encama şewatê de bi dehan dar û daristan şewitine.    Her wiha li herêmên ku şewat lê wan rû daye, liv û tevgera hewayî jî heye.