Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne 2020-09-21 14:24:56 ENQERE – Parêzer Erkan Unuvar diyar kir ku navê endamê DAIŞ’ê Ebû Zeynep  ê tê îdiakirin ku fermana Komkujiya Gara Enqereyê daye di dosyeyê de nîne û got: “Heta ku her kesê wek kiryar pêwîste were darizandin daxil neyê kirin ne mimkin e ev doz bidawî bibe.”      Danişîna 6’emîn a doza Komkujiya Gara Enqeeyê di 10’ê Cotmeha 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû, li 4’emîn Dadgha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.    Gelek endamên DAIŞ’ê ji vê dozê tên darizandin. Bersuc Erman Ekîcî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê kirin. Bersûcên din jî firar in. Parêzerên endamên Komîsyona Doza 10’ê Cotmehê û malbatên qûrbaniyan beşdarî danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.    Parêzer Kemal Gunduz diyar kir ku bi qasî ew dixwazin bersivên zelal û têrkirî nayên dayîn û her çiqas hinek agahîhatibin jî lê têr nakin.    ‘WÊ GELEK TIŞT DERKEVIN HOLÊ’    Dayika Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk a kurê wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî got heke şandeya dadgehê hindik be jî bikeve nava hewldanan wê gelek tişt zelal bibe û derkeve holê.    ‘KESÎ 103 QÛRBANIYAN JI BÎRA NEKIRIYE’    Parêzer Îlke Işik jî da zanîn ku tu kesî 103 qûrbaniyan ji bîr nekiriye û ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Işik got heta niha li polîsek jî nehatiye guhdarkirin û Wezareta Karên Navxweyî heta niha rapora mufetîşan a têkildarî berpirsiyarn neşandiye. Işik anî ziman ku heke tevdîr bihatana girtin wê komkujî pêk nehata.    NAVÊ EMÎR DI DOSYEYÊ DE NÎNE    Pişt re parêzer Erkan Unuvar axivî û bi bîr xist ku tê gotin ê fermanên komkujiya daye Ebû Zeynep e û ew emîrê Tirkiyê ye û navê wî di lêpirsînê de cih nagire. Unuvar diyar kir ku ji bilî fezlekeya emniyetê derbarê Ebû Zeynep de amade kiriye tu tiştek nehatiye kirin û kujeran ji Ebû Zeynep fermanê wergirtine. Unuvar got dema ew li nivîsên di navbera endamên DAIŞ’ê de hatine kirin tê fêmkirin ku Ebû Zeynep emîrê Tirkiyê yê DAIŞ’ê ye û dozgeriyê di îdianameyê de cih nedaya vî emîrî. Unuvar anî ziman ku di îdianameyê de kêmasî hene û got: ““Heta ku her kesê wek kiryar pêwîste were darizandin daxil neyê kirin ne mimkin e ev doz bidawî bibe. Em dixwazin ji bo Ebû Zeynep îdianameyek pêvek were amadekirin.”    DAIŞ’Ê PARAST    Parêzerê DAIŞ’iyan Heyam Fîdan axivî û balkêş bû ku DAIŞ’ê parast.    Bersûcê girtî Erman Ekîcî sûcên li ser xwe red kir.    Şandeya Dadgehê saetek navber da danişînê.