Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da 2020-09-21 13:25:59   AMED – Endamê MYK’a HDP’ê Serhat Aktûmûr ku ji aliyê kesên nasnameya MÎT’ê nişan dabûn ve hatibû revandin, ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD’ê da.   Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Serhat Aktûmûr ku kesên nasnameya Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) nişan dabûn wî revandibûn, sîxûrtî lê ferz kiribûn û tundî lê kiribûn, ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê da.    Hat diyarkirin ku wê Aktûmûr, serî li dozgeriyê jî bide û giliya kesên ku wî revandine bike.