10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn 2020-09-21 12:16:53 AMED – Dadgehê ji ber ku rojnamevan Yûsûf Karataş beşdarî çalakiyên KCD’ê bûye 10 sal û 6 meh ceza lê birî.  Rojnamevan Yusuf Karataş bi îdiaya beşdarî çalakiyên KCD’ê bûye û û endamê wê ye doza “rêxistin avakirin û birêvebirin” lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Karataş li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Karataş beşdarî danişînê nebû û parêzerên wî Tûgay Bek û Leyla Han Tuzel di danişînê de amade bûn.    Dozger biryara xwe dubare kir û xwest ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ji sûcê “endamê rêxistinê ye” ceza li Karataş were birîn.    Parêzerên Karataş diyar kirin ku tu delîlek şênber derbarê “endamtiya rêxistinê” de nîne û xwestin miwekîlê wan were beratkirin.    Piştî navbera hat dayîn şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Karataş birî û xwest biryara qedexeya derketina derveyî welat jî bidome.