Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend 2020-09-21 11:34:48   STENBOL – Yekitiya ji bo Demokrasiyê, bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên zêde bûne da û li dijî van êrişan bang bilindkirina têkoşîna yekbenda kir.    Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên zêde bûne da. DÎB’ê di daxuyaniyê de êrişên nîjadperest ên li Sakarya û Afyonê yên li dijî karkerên kurd û êrişa nîjadperest a li Samsûnê ya li dijî karkerê sûriyeyî, pêk hatibûn, bi bîr xist û êrişan weke xeleka dawîn a êrişên nîjadperest bi nav kir. DÎB’ê piştî vê bi bîr xistinê, li dijî van êrişan bang bilindkirina têkoşîna yekbenda kir.