Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan 2020-09-21 10:53:04 AGIRÎ – Rojnamevan Azîz Orûç ê girtî di danişîna duyemîn a doza jê tê darizandinê de dîsa nehat berdan.  Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û piştî çend rojan hatibû girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Danişîna duyemîn a doza Orûç îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin.    Muhammet Îkram Muftuoglû û Abdullah Elek ên danişîna ewil ji dozê hatin berdan beşdarî danişînê bûn. Dîcle Muftuoglû, Turgay Îlboga û Yucel Îlhan ên negirtî tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Rojnamevan Orûç jî ji Girtîgeha Panosê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Orûç di danişînê de amade bûn.    Bi hêceta vîrûsa koronayê nehiştin rojnamevan danişînê bişopînin.    Orûç di danişînê de parastina xwe kir û beyanên xwe yên berê dubare kir û got ji ber şewba vîrûsê jiyana wî bi xetereyê re rûbirû ye. Orûç anî ziman ku têkiliya wî bi tu rêxistinê re nîne.    Şandeya dadgehê biryara dewama girtina Orûç da û danişînê taloqî 9’ê mijdarê kir.    Dadgehê derbarê yên negirtî tên darizandinê de jî tevdîra kontrola edlî rakir.