‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’ 2020-09-21 09:01:02   WAN – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeç Kava bal kişand ser bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser civakê û got: “Gotinek birêz Ocalan wê aramî û aştiyê bîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û tecrîdkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeç Kava û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Çetîn Ûyar bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û banga rakirina tecrîdê kirin.    PÊVAJOYA DIYALOGÊ    Hevsrokê HDP’a Wanê Okkeş Kava diyar kir ku pirsgirêkên li welat hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne û pêvajoya çareseriyê ya di navbera Ocalan û dewletê de bi bîr xist. Kava got dema bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin û fikrên wî bi raya giştî re dihatin parvekirin mirin li welat çênedibûn û krîza aborî ya îro kûr dibe jî wê demê baş bû.    AŞTIYA CIVAKΠ   Kava da zanîn ku di pêvajoya diyalogê de aştiya civakî jî pêk dihat û got: “Kes ji ber kurdbûn û axaftina zimanê kurdî nedihat kuştin. Bi destpêkirina tecrîdê re şer qewimî, aloziya aborî û bêaramiya civakî dest pê kir. Însan ji ber kurdî diaxivin tên qetilkirin. Sedema bingeha van tiştan hemû tecrîd e.”    ALOZÎ Û ŞER    Kava anî ziman ku bandora tecrîdê li ser aliyên civakê hemûyan heye û wiha got: “Ev jî bi xwe re aloziyê û şer tîne. Civakek bi sedsalan e bi hev re dijî kirine dijminên hev. Ciwan tenê ji ber bi kurdî diaxivin û stranan guhdar dikin tên kuştin. Ev geşedan bi girankirina tecrîdê re li pêş dikevin.”    BANDORA OCALAN A LI SER CIVAKÊ    Kava bal kişand ser bandora Ocalan a li ser aştiya civakî û got: “Pêwîste bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan tê sepandin were bidawîkirin. Gotinek an jî bangek birêz Ocalan hem li Kurdistan, hem li Tirkiyê û hem jî li Rojhilata Navîn bi erênî tê pêşwazîkirin. Ev wê aramî û aştiyê bîne. Bandora birêz Ocalan tenê ne li ser gelê kur dli ser gelan hemû heye. Gelên Tirkiyê jî her gotinek birêz Ocalan girîng û watedar dibînin. Polîtîkaya tecrîdê ya îqtîdarê nijadperestiyê jî bi xwe re tîne. Birêz Ocalan her dem her dem di aştiyê de israr kir û tu demê şer nexwest. Ji bo xweşî û aştiya welat divê demildest tecrîd were bidawîkirin.”    ‘TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN TÊ TECRÎDKIRIN’    Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Ûyar jî destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan di heman demê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn tê sepandin û got: “Tecrîdkirina birêz Ocalan li ser xelkê tê sepandin. Piştî bi dawî anîna pêvajoya aştiyê, şerê diqewime, krîza borî ya pêk tê û binpêkirinên mafan hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Îqtîdara AKP’ê dixwaze li ser tevahiya civakê tecrîdê pêk bîne. Divê aliyên muxalîf hemû li dijî tecrîdê dengê xwe derxin. Ji bo demokratîkbûna welat divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest were rakirin û pêvajoya diyalogê were destpêkirin. Em ji bo gelan hemû girîng e.”