Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin 2020-09-21 09:00:42 WAN – Li navçeya Şaxê eskeran êşkence li Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kirin û pişt re wan ji helîkoptêrê avêtin. Rêbaza vê êşkenceyê carek din salên 90’î anî bîra mirovan. Birayê Şîban, Cengîz Şîban diyar kir ku roja bûyer qewimî eskeran gefên kuştinê li wan xwariye.    Li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketibûn operasyonê di 11’ê Îlonê de Osman Şîban (50) ê bavê 8 zarokan û Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan binçav kiribû. Paşê her du welatî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê derketin ku di binçavan de ne. Ji ber êşkenceyek giran li her du welatiyan hatiye kirin wan radikin beşa lênêrîna awarte û tên dermankirin. Osman Şîban duh ji nexweşxaneyê hatibû derxistin. Di rapora Şîban de hat destnîşankirin ku ew ji helîkoptêrê hatine avêtin.     Her du welatî bi êşkenceya giran li wan hatiye kirin û “ji helîkoptêrê hatin avêtin” di rojevê de cih girtin. Parêzeran ji ber sepana êşkenceyê gilî kirin. Xizmên welatiyan behsa qewimandina li gund kirin.    HAVÎNÊ DIÇIN GUND       Wêneyê Osman Şîban ê êşkence lê hatibû kirin piştî rojan wêneyê wî derket holê û di raya giştî de bû cihê nerazîbûnê. Her wiha bi pey wêne re di rapora nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku ji helîkoptêrê hatiye avêtin. Ser û çav lê reş û şîn kirine û mirovahiyê xemgîn kir. Birayê Şîban, Cengîz Şîban biray3e wî li Mêrsînê esnafiyê dike û di mehên havînê de diçe gund û got: “Li gundê me 6 mal hene. Me li ser destûra ji rayedaran girt em çûn gund. Me ji wan re got em diçin gund. Wan jî got ku tengasî nîne û çûna gund ‘serbest’ e. Her sal em di meha gulanê de diçin gund û 5-6 mehan dimînin. Em li vir erdên xwe cot dikin û çandiniyê dikin. Dema dibe zivistan em diçin Mêrsînê.”    ‘ME LI MEYDANÊ AVÊTIN ERDÊ’    Şîban destnîşan kir ku roja bûyerê li dûrî gund dengê sîlehan hat û pişt re tevgera helîkoptêran dest pê kir û got: “Piştî keşfê eskeran danîn. Wê rojê em neçûn zozanan. Tenê Servet Tûrgût çû nav zeviyên xwe. Pişt re helîkoptêrê li nava gund danî. Eskeran gazî me tevan kir. Li meydana gund çonga me danîn. Gotin ‘terorîst hatine vir.’ Me jî got ‘em nizanin û me wan nedîtiye.’ Nasnameyên me xwestin. Heqaret û tadeyê û zilmê li me kirin.”    GEFA KUŞTINÊL I WAN XWARIN E    Şîban anî ziman ku êvarê cara duyem çûne gundê wan û wiha got: “Servet Tûrgût anîn meydana gund. Pirsa Osman Şîban kî ye kirin. Osman jî got ez im. Osman birin cem Servet. Piştî nasnameyan kontrol kirin her duyan jî birin. Em li pey wan çûn. Berê sîlehên xwe dan ser me û gotin ‘neyên, hûn werin em ê we gulebaran bikin.’ Wan birin serê girê gund. Me li wan temaşe dikirin, Osman û Servet avêtin helîkoptêrê. Pêlav û şewqeyên wan li wir man. Sê rojan me ji wan xeber nesitend. Li gund şebekeya telefonê nedikişand.”    REWŞA WÎ DI XETEREYÊ DE YE    Kurê Servet Tûrgût, Huseyîn Tûrgût jî destnîşan kir ku xetereya jiyana bavê wî didome û got: “Gundê me di salên 90’î de ji aliyê eskeran ve hatibû valakirin. Em neçar man koç bikin. Me bar kir Mêrsînê. Bavê min heta sala 2005’an li Mêrsînê esnafiyê kir. Pişt re bavê min hat Wanê. Li gund erdê me heye û em cotkariyê li ser erdê xwe dikin.”    ‘CIHEK SAX NEMAYE’    Tûrgût têkildarî rewşa tenduristiya bavê xwe agahî da û wiha got: “Gelek li bavê min dane û îdiayên wî ji helîkoptêrê avêtine hene. Li aliyê çepê 7 parsû û li aliyê rastê 4 parsûyên wî şikestine. Di mêjiyê wî de li du cihan xwîna cidî heye. Pişê wî qelişiye. Ji ber pişe wî sînga wî av girtiye. Hestiyê ber çavên wî hatine şikestin. Tiliyên destê wî piyê wî û hemû hestiyên wî hatine şikestin.”    ‘BAVÊ MIN BÊSÛC E’    Tûrgût da zanîn ku bavê wî bêsûc e û got: “Her kes dizane ku bi qasî serê derziyê bavê min bêsûc e. Binçavkirin ne bes e êşkence lê kirine û wî avêtine nexweşxaneyê. Hûn ji cotkarek çi dixwazin? Sûcê cotkarek wê çi be? Çûyîna zozanan sûc e gelo? Em dixwazin lêpirsîn were bilezkirin û kiryar werin cezakirin.”    MA / Cemîl Ûgûr