ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-21 09:00:20   * Li navçeya Şaxê eskeran êşkence li Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kirin û pişt re wan ji helîkoptêrê avêtin. Rêbaza vê êşkenceyê carek din salên 90’î anî bîra mirovan. Birayê Şîban, Cengîz Şîban diyar kir ku roja bûyer qewimî eskeran gefên kuştinê li wan xwariye.    * Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeç Kava bal kişand ser bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser civakê û got: “Gotinek birêz Ocalan wê aramî û aştiyê bîne.”    * Endama TÛHAT-DER’ê parêzer Seda Aydin diyar kir ku daxwazên girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine daxwazên mafdar in û GOT: “Ev çalakî rexneya ji bo yên li derve ye. Pêwîste mualîf û rêxistinên civakî deng bidin dengê girtiyan.”   * Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel da zanîn ku êrişên li dijî jinan zêde bûne veguherîna qirkirina zayendê û li dijî vê xweparastin girîng e û divê hemû jin rêxistina xweparastinê bikin.   * Malbatek ji Sûriyê dema xwest di sînorê navbera Serêkaniya Rojava û Serêkaniya Bakûr de derbas bibe hatin girtin û wan birin qereqolê û bi êşkenceyê re rûbirû man. Malbatê bi hêceta dest danîne ser pereyê wan û êşkence li wan hatiye kirin giliyê leşkeran kirin.     * Danişîna duyemîn a doza rojnamevan Azîz Orûç ku girtî tê darizandin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agirî bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna şeşemîn a doza têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * HDK dê têkildarî "Deklarasyona Aştiyê" ya HDP'ê li avahiya xwe ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê dê têkildarî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatiye destpêkirin daxuyanî bide çapemeniyê. (16.00)