Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin 2020-09-20 17:09:30 WAN - Ji welatiyên li Wanê piştî hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin Osman Şîban ji nexweşxanê hat derxistin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketibûn operasyonê, di 11’ê îlonê de Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan û Osman Şîban (50) ê bavê 8 zarokan binçav kiribûn. Piştî du rojan derketibû holê ku her du kes li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Herêma Wanê, di lênêrîna awarte de ne û hatibû îdîakirin ku ji helîkopterê hatine avêtin. Bavê 8 zarokan Osman Şiban ê 50 salî îro ji nexweşxanê hat derxistin.    Hat diyar kirin ku Şîban hîna jî ne li ser hişê xwe ye.    DERMANKIRINA TÛRGÛT DEWAM DIKE   Bavê 7 zarokan Servet Tûrgût ê 55 salî yê di heman operasyonê de hatibû binçavkirin, tedawiya wî ya li nexweşxanê dewam dike. Hat hinbûn ku talûkeya jiyana Tûrgût hîna jî dewam dike. Malbata Tûrgût li ber nexweşxanê radiwestin û li benda agahiyek xweşin.