Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn 2020-09-20 15:31:07   STENBOL - Dayika Şemiyê Guzel Şahîn, di 3’yemîn salvegera wefata xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Dayika Şemiyê Guzel Şahîn di 3’yemîn salvegera wefata wê de, li ser gora wê bibîr anî. Bîranîn li Goristana Gulsuyu ya Maltepê ya Stenbolê hat lidarxistin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêzgirtin hat  girtin.   Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di bîranînê de axivî û got: “Dayika Guzel bi têkoşîna xwe yek ji dayikên mînak bû. Li dijî hemû bêmafiyan bû.”    Dûre Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, axivî û bal kişand ser têkoşîna dayika Guzel. Pîroglû, diyar kir ku ewê têkoşîna dayika Guzel dewam bikin.    Kesên beşdarî bîranên bûn, qerenfîl danîn ser gora dayika  Guzel û bîranîn piştî belavkirina loqmeyan bi dawî bû.