Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema 2020-09-20 13:40:28 AMED – Zana û nivîskarê kurd Mûsa Anter li kuçeya lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter di bîranînê de got: “Pênûsa bavê min li erdê nema. Şitlên wî şîn bûn, mezin bûn û di rêça wî de dimeşin.”   Zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin. Apê Mûsa ji aliyê şagirtên xwe û siyasetmedarên kurd ve li kuçeya lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Dersim Dag, Remziye Tosûn û Îmam Taşçier, Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, nûnerên rêxistinênc ivakî, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Berdevka Platforma Rojnevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney, kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter û gelek rojnamevan beşdarî bîranînê bûn.    O’NUN ÇINARI ALTINDA TOPLANDIK    Di bîranînê de ewilî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku şagirt û hezkiriyên Apê Mûsa wî bi tenê nehiştin û got: “Apê Mûsa rêber, rewşenbîr û şoreşger bû. Rojnevanên kurd hemû di bin çinara wî de kom bûne.”    LI SER RÊÇA APÊ MÛSA DIMEŞIN    Pişt re Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney axivî û destnîşan kir ku Apê Mûsa tenê ne çapemeniya azad û kurd birêve bir di heman demê de remza wêrekiya têkoşîna gel û rojnamevaniya jinan e û got: “Em wek rojnamevanên jin, em li ser rêya heqîqetê ya Mûsa Anter bi pênûs, bi kadraj xwe ronî dikin. Me mîrateya wî dewr girtiye. Li ser rêça wî û wergirtina mîrateya wî ji bo me rûmet e. Helbet rêveçûna vê rêyê ne hêsan e û wêrekî û hewldan dixwaze. Em ê li ser vê rêyê her bibin hevrêyê Apê Mûsa û xwedî li mîrateya wan derkevin.”    PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA    Kurê Apê Mûsa, Dîcle Ante jî destnîşan kir ku pênûsa bavê wî qet û qet li erdê nema û got: “Di serdemek wiha de ku Dehaq bi ser me ve tên, di pêvajoyek ku berê xwe dane rojnamevanan, Kawa û Gurbeteliyên Mûsa Anter bersivên xweş didin wan. Nifş û şitlên Mûsa Anter şîn bûn, mezin bûn û di rêça wî de dimeşin. Şagirtên wî zêde bûn û her roja ku diçe zêdetir dibin. Her çiqas rojnamevan werin girtin jî lê şûna wan vala namîne. Ev kenveşopî ye. Em ê pênûsên nirxên xwe li erdê nehêlin.”    NÊRÎNA LI DIJÎ ZANAYÊ KURD NEGUHERΠ   Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku tevî ku endamên JÎTEM’ê gotin “me kiriye” jî 28 sal in kiryar nehatine dîtin û wiha got: “Qatil tên parastin. Destê wan çû zanayek 72 salî. 28 sal şûn ve dîsa kiryar tên parastin. Îqtîdar guherîn, navên kiryaran guherîn lê belê nêrîna li dijî zanayên kurd neguherî. Apê Mûsa zimanê kurdî parast. Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dê nemîne jî. Rojnamevanên ku hevrêyên Apê Mûsa ne wê siberoja me ronî bikin.”    Piştî axaftinan girse di kuçeyê de meşiya heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin û li vir wêne û qerenfîlan danîn cihê lê hatibû qetilkirin.