HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye 2020-09-20 11:59:37   STENBOL - HDK'ê, zanayê  kurd Apê Mûsa bi bîr anî û got: "Îro roja qetilkirina Mûsa  Antere. Ew çinarê kevneşopiyekê ye. Pênûsa Apê Mûsa mîna alekê, dest bi dest diguhere û dewam dike."   Komîsyona Weşanê ya Çapemeniya Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK), derbarê salvegera 28'emîn qetilkilkirina zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) de, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Ronîkirina qetilkirina Mûsa Anter, tê maneya rakirina perdeya li ser kuştina gelek nûçegihanan ên ji salên 90'î û vir ve."   HDK'ê di peyama xwe de got her ku nifş didin pey hev, rêça Çapemeniya Azad qelema Apê Mûsa weke alayekê ji dest hev digirin.   HDK'ê diyar kir, ên difikirin ku wan Apê Mûsa kuştine, di nav şaşîtiyekê de ne û wiha got: "Ji ber ku fikir, îdeal, wêrekiya Apê Mûsa, di bîra wan kesan de yên alîgirê jiyanê, nirxên mirovî û dadmendiyê ne, bi rengekî zindî ye û ''heta ku ev bîr were veguhazstin Apê Mûsa wê bijî.''   HDK'ê da zanîn ku hêj weke gelek kuştinên kiryar nediyar, qetilkirina Apê Mûsa jî li hêviya were ronî kirin e û wiha pê de çû: "'Ronîkirina qetilkirina Apê Mûsa tê maneya rakirina perdeya kuştina gelek nûçegihanan, ên ji salên 90'î û vir ve. Ji ber vê, bi qasî jiyandina ramanên Apê Mûsa, hesabpirsîna ji wan kesên ku ew qetil kirine, bûyina parçeyek ji lêgerîna dadmendiyê jî, berpirsyariya me her kesên mayî ye.''   HDK'ê , 100 saliya Apê Mûsa pîroz kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "'Ji bo kesên ku qîmet didin Apê Mûsa îsal xwedî maneyeke taybegt e. Îsal her wiha em 100 saliya Apê Mûsa pîroz dikin.'"