Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin 2020-09-20 10:42:24 ENQERE – Bi ser girtina ji nûve ya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên Hevserokên HDP’ê yên berê de salek derbas bû lê hêj îdianame derbarê wan de nehatiye amadekirin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji 4’ê mijdara 2016’an ve di girtîgehê de tên ragirtin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20’ê îlona 2019’an de ji nûve derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de têkildarî çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê lêpirsîn da destpêkirin û biryara girtina wan da. Li gel salek bi ser vê lêpirsînê re derbas bû jî hêj derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin.    Dadgeha Mafê Mirovan a Eworpa (DMME) ji Tirkiyê xwest ku Demîrtaş were berdan, lê demidlest dadgeha Tirkiyê lêpirsînek nû da destpêkirin û carek din derbarê Demîrtaş de biryara girtinê da.    ‘JI BER REJÎMA YEKEREST DEMÎRTAŞ DÎL TÊ GIRTIN’   Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman da zanîn kul i ser fermana Serokkomar Erdogan hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Fîgen Yuksedag li gel biryarên DMME’yê jî nayên berdan. Karaman got bêyî ku li holê lêpirsînek hebe lêpirsîn dane destpêkirin û dixwazin girtina wan bidomînin. Karaman got ew ji DMME’yê derbarê Tirkiyê de li benda biryarek hişk in. Karaman destnîşan kir ku miwekîlê wî Demîrtaş ji bo rêveberiya yekperest a Tirkiyê wek “gefê” dibînin û ji ber vê dîl tê girtin. Karaman anî ziman ku salek e dosyeya hatiye amadekirin “nepen” hatiye hiştin û îdianame nayê amadekirin.    MA / Bêrîvan Altan