Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-09-20 10:40:31   STENBOL – Derbarê rêveberên Baroya Stenbolê de bi boneya wêneyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û bi avahiya baroyê ve daliqandin lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi boneya wêneyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û bi avahiya baroyê ve daliqandin lêpirsîn derbarê Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû û 11 rêveberên baroyê de da destpêkirin. Dozgeriyê xwest rêveberên baroyê biçin îfade bidin.