Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e 2020-09-20 09:34:28 STENBOL – Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku tê xwestin ser dosyeya Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin were girtin û got: “Paş de vegeriyan serdema Torosên Spî.” Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî got: “Dewleta vê êşê bi me da kişandin niha jî qatilan diparêz e.”    Yek ji kesên di binçavan de hatin windakirin Cemîl Kirbayir e. Kirbayir piştî darbeya 12’ê Îlonê 19980’yî li gundê Okçu yê girêdayî Erdexanê tê binçavkirin û pişt re didin windakirin. Dayika wî Bervo Kirbayir deriyek nema lê neda lê dîsa jî encam wernegirt. Dayika Befo yek ji remza Dayikên Şemiyê ye û ew bêyî lawê xwe bibîne koça dawî kir. Her çiqas dayika Berfo bi Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û Erdogan soza aqûbeta da jî lê ev pêk nehat. Tevî serlêdanên malbatê hemû jî heta niha ne hestiyên Kirbayir û ne jî kujer hatin dîtin û her wiha li gel ewqas serlêdanên fermî û belge û rapor hatin amadekirin û radestî dadgehan hatin kirin jî bi qasî serê derziyê pêşketin çê nebû. Dosyeya Kirbayir li Dadgeha Bilin dli ber lêkolînê ye, lê hêj encam jê derneketiye.    JI ÎMZEKIRINA PEYMANÊ DIREVE    Parêzera malbata Kirbayir, Eren Keskîn diyar kir ku dewlet di hemû bûyêrn di binçavan de windakirin heman helwestê nîşan dide û got: “Tirkiye peymana li dijî windakirinê ya Neteweyên Yekbûyî îmze nekiriye. Çimkî ev ax bi gora hestiyên winda tije ye. Kêliya ev peyman were îmzekirin wê sûc hemû werin lêkolînkirin. Lê Tirkiye ji bo peymanê îmze neke paş de direve.”   DEWLETA BERÊ PAŞ DE ZIVIRΠ   Keskîn da zanîn ku dewlet paş de vegeriyaye ser aqlê xwe yê kodên parastinê û got: “Yên digotin demek digotin ‘serdema Torosên Spî qediyaye’ niha ew bi xwe vegeriyane serdema Torosên Spî. Ji sazûmankirina dewletê heta îro gelek însan hatin windakirin. Ev polîtîkayek dewletê ye. Yên wê vê polîtîkaya dewletê biguherînin tu demê nebû îqtîdar. Însanan egle kirin. Belê komîsyona Meclîsê ket nava liv û tevgerê, raporek amade kir lê belê îro dixwazin doza Cemîl Kirbayir bixînin. Loma ez her tim dibêjim di nava dewletê de rêxistina îtîhatkar diyarker e. Îqtîdar biguherin jî ev naguhere. Çimkî muxalefetek hêzdar dê li dijî vê derkeve nîne.”    DÊ DEST JI DOZÊ BERNEDIN    Keskîn bi bîr xist ku dosye niha li Dadgeha Bilind e û heke dosyeyê bi dembihûrandinê re rûbirû bihêlin mafê wan ê yê îtîraz bikin heye û her wiha ew mafê wan heye ku dikarin dosyeyê veguhezînin Dadgeha Qanûna Bilind a Tirkiyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa. Keskîn got wan ji ber darizandina tije ku mafê darizandinê bipê kiriye beriya niha bi demek kin serî li Dadgeha Qanûna Bilind dane.    Keskîn anî ziman ku doza Kirbayir dozek di raya giştî de tê zanînê ye û heke hiqûq û daraz bi nasnameya xwe hiqûqzaniyê tevbigerin ne daxwaza îradeya siyasî divê li gorî hiqûqê divê dozê birêve bibin.    40 SAL IN EV DIOZ DIDOME Û GOR LI BENDA HESTIYAN E    Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî bertek nîşanî hewldana girtina dosyeyê da û got: “40 sal in têkoşîna hiqûqê birêve dibin. Niha jî dixwazin ser têkoşîna me ya hiqûqî bigirin. Her tim me got Cemîl bêxwedî nîne, em niha jî dibêjin. Hêzên dewletê vê êşê bi me dan kişandin. Niha jî ew dewlet qatilan diparêz e. Dixwazin me bêgor bihêlin. Em ê vê qebûl nekin. Hewldana girtina dosyeyê dewama zîhniyeta 12’ê Îlonê ye. Li şûna ku qatil û bepirsiyarên wê demê bigirin lê radibin wan diparêzin. Bi tu awayî nayê ravekirin. Belkî ev dosye di qesra edaletê de were girtin lê wê di qesra hêja cemaweriyê de neyê girtin. Dayika min Berfo 33 sal deriyê xwe vekirî hişt û li benda Cemîl bû. Ji me re got ‘heta hûn hestiyên Cemîl nebînin min veneşêrin.’ Ji ber vê wesyeta wê me gora Cemîl li kêla wê koland. Ew gor hêj vekirî sekinî ye. Dayika Berfo hêj li benda ewladê xwe ye. Ev ne zilm be lê çi ye.”    MA / Erdogan Alayûmat - Nacî Kaya