Ajansên nûçeyan ên gelê kurd 2020-09-20 09:33:25   Huseyîn Aykol*    Ajansa Mezopotamyayê di 20'ê Îlona 2020'an de bû 3 salî. Bi vê munasebetê dixwazim bi kurtî bal bikişînim ser dîroka avakirina ajansên nûçeyan ên gelê kurd.    Gelê kurd, di salên 1990'î de ket nava lêgerîna serwîskirina nûçeyên der barê xwe de. Di vî warî de ajansa ewil a nûçeyan li Almanyayê hat avakirin û xwediyê wê yî îmtiyazê welatiyê Almanyayê bû. Piştî ku fealiyetên Ajansa DEM'ê kêm man, vê carê li Frankfûrtê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) hat avakirin.    Gava di 5'ê Îlona 2005'an de polîsan avêt ser rojnameya Ozgur Polîtîkayê û dest danîn ser amûrên wê, polîsên alman avêtin ser MHA'yê jî û tevî hin saziyên kurdan hat girtin. Wezîrê Kar û Barên Derve yê wê demê Otto Schîlly, beriya hilbijartina giştî ev yek ji bo hilbijartinê kiribû, lê belê hesab li hev derneketin û hikûmet ji dest Partiya SPD-Keskan derket.    Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê jî di nav de, vê carê bi navê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ajanseke din hat avakirin û di 26'ê Cotmeha 2005'an de dest bi kar kir. ANF, wekî navend li Frankfûrt, Bruksel, Amsterdam û Parîsê dixebite, lê li gelek welatên din ên Ewropa û li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dixebite. Zimanê wê yê nûçeyan kurdî û tirkî ye, weşana wê bişîfre ye.    AJANSA NÛÇEYAN A DÎCLEYÊ    Kurdan li Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Ji rastiyê tawîz nayê dayîn" di 4'ê Nîsana 2002'yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ava kir. Ajansê bi navnîşana www.diclehaber.com bi tirkî, kurdî û îngilîzî weşana xwe kir. DÎHA, bêyî ku di warê nîjad, ziman, dîn, mezheb û zayendê de cihêkariyê bike heya dawî mafê nûçewergirtinê yê gel diparast û bi her awayî sansur red dikir. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Wan, Edene û Mêrsînê gelek buroyên wê hebûn. DÎHA, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin.    AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ    Li Amedê deh rojnamevanên jin hatin cem hev du û li Tirkiyeyê cara ewil ajanseke jinan a nûçeyan ava kirin. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de hat avakirin. Midûra nûçeyan, nûçegihanî kameravan û wênegirên ajansê hemû jin bûn. Rojnamevanên jin ên ajansê bibirya bûn ku nêrzatiya çapemeniyê bişikênin. JINHA bi kurdî, tirkî, îngilîzî û erebî weşana xwe dikir. Di 30'yê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 19'ê Kanûna 2016'an de bi navê Gazete Şûjin rojnameyeke dîjîtal ava kirin, lê belê ew jî di 25'ê Mijdara 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 25'ê Îlona 2017'an de li Amedê Jinnewsê ava kirin. Jinnews, bi kurdî (kurmancî-kirmanckî), tirkî û erebî weşana xwe dike.    DÎHABER    Ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk bê nûçe nemîne di 14'ê Mijdara 2016'an de dîhaber hat avakirin. dîhaber, bi dirûşmeya "Wê rastî di tariyê de nemînin" hat avakirin. Lê belê di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Çendî ku 9 mehan ma jî lê ligel hemû êrîş, zext û zoriyan, girtin û binçavkirinan jî kevneşopiya Çapemeniya Azad doman û nûçeyên xwe bi kurdî, tirkî û îngilîzî serwîs kir.    AJANSA MEZOPOTAMYAYÊ    Hin rojnamevanên ku nexwestin gelên me bê nûçe bihêlin hatin cem hev û di 20'ê Îlona 2017'an de bi navê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ajansek ava kirin. Ji roja hatiye avakirin heya niha gelek caran malpera wê hatiye astengkirin. MA, tenê ne li welêt, li seranserê cîhanê jî îmzeyê datîne binî gelek nûçeyan.    Navenda MA'yê li Stenbolê ye û bi kurdî, tirkî û înglîzî weşana xwe dike. Hevalên xwe yê rojnamevan ên xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê û midûrê berprisiyar û xwediyê wê Ferhat Çelîk pîroz dikim û serkeftinê dixwazim!    * Rojnamevan-nivîskar