Ên dibin dengê aştiyê 2020-09-20 09:04:26 Nazim Karakûrt* Hin wext hene mirov heya sax be ji bîr nake. Tu bixwazî ji bîr bikî jî, rewşa te ya derûnî, civakiyî û ruhî û atmosfera ku welêt di nav de ya nahêle tu ji bîr bikî.    Mixabin welat û cografyaya em lê dijîn her tim bi êş û kuştinên bi vî rengî tê bibîranîn. Ev êş û kuştin hêleke welêt û cografyayê yanî gelan dixe bin bîreke bêbinî û hêla din jî di warê nîjadperestî, netewperestî, faşîzm û dijminatiya gelan de har dike.    Bi terorîzekirina daxwaza ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ya gelan, rêbaza herî dijwar a cezakirinê tê biajrtin û bi vî awayî divêtiya milet û dewleta mezin tê pêkanîn.    Li welat û cografyaya ku em lê dijîn hema bibêje em her roj bi van tiştan re rû bi rû dimînin.    Helbet cihêkirina êş û azaran ne karê kesên wekî me ye. Tenê dixwazim vê bibêjim: "Di sedsala 21'emîn de çima ev komkujî li welatê min ê hevpar qewimîn?" Tu bikî nekî pirsa 'gelo qey dixwazin me hînî van êş û komkujiyan bikin?' xwe li min digire.    Komujiya 5'ê Hezîrana 2015'an a Amedê, komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an a Pirsûsê, komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a Gara Enqereyê... Em ê bi çi awayî van komkujiyan, van êşan ji bîr bikin. Helbet em ê ji bîr nekin.    Gava em li va dîrokan mêze dikin em dibînin ku kesên vî welatî bi rê ve dibin sûdê ji êş û komujiyan digirin, dibin îqtidar û xwe bi evana diparêzin. Lê dîsa jî ligel ev qas tiştî yên li vî welatê hevpar şitilên jiyaneke pev re deynin wê em bin.    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de, ji bo zarokên vî welatî hev nekujin û ji bo li welatekî hevapr bi awayekî wekhev û azad pev re bijîn, bi deh hezaran mirov li Enqereyê bûn. Elemanên rêxistina herî celad û barbar a Rojhilata Navîn û bi saya kes û peywirdarên hikûmetê yên di warê losjîtîkî de piştgiriya wan kirin 103 hevrêyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan jê jî birîndar bûn. Di wê roja reş de 14 hevrêyên min jî jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî êşa wan di dilê me de ye.    Komkujiyên min li jorê behsa wan kirin tu carî hez û eşqa me ya ji bo aştiyê kêm nekirine. Bereksê wê em ji bo aştiyeke birûmet û mayînde hîn jî têdikoşin û têkoşîna xwe didomînin.    Em giş baş dizanin bê di 19 salên îqtidara AKP'ê d eçi hatine serê me. Lê ji van tiştan herî zêde em bi tiştekî dizanin. Em deyndarê rojnameî TV, radyi û kovarên kevneşopiya Çapemeniya Azad in ku bê tirs û bêyî etredud bibin komkujî, îşkence û talanan radigihînin gel.    Ji bo tarîtiya li welêt ronî bibe ligel hemû zext û zroiyan her tim li qadan in. Ligel hemû zext û şideta dewletê jî ji bo rastî aşkere bibe tu carî ji a xwe daneketin û tawiz nedan. Yek ji nûnerên vê kevneşopiyê jî Ajansa Mezopotamyayê ye. Li kû derê binpêkirineke mafan hebe li wir e. Her tim li cem kedakr, aştîxwaz û azadîxwazên vî welatî ye.    Nexasim jî Ajansa Mezopotamyayê piştî Komkujiya 10'ê Cotmehê tu carî em bi tenê nehiştin. Hema bibêje tevlî hemû çalakiyên me yên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê bû û tiştên der barê vê komkujiyê de bi civakê re parve kir û ji bo em jî bû cihê moral û wêrekiyeke mezin.    Di bîranînên 10'ê Cotmeha 2015'an de bû deng û nefesa me. Hest û fikrên me, bîriya me ya ji bo aştiyê ragihand cîhanê. Ajansa Mezopotamyayê bi nûçeyên xwe yên der barê Komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an de dilê me rihet kiriye.    Silav li kesên ku li dijî rejîma yekzilamî li kuçe û kolanan, li fabrîkeyan, li nav erdan, li ber girtîgehan û li hemû qadên jiyanê dibin dengê me. Axirkê hûn hene.    * Birîndarê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê, aktivîstê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, Serokê Giştî yê BTS'ê yê berê