Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî 2020-09-20 09:03:56   Gokçer Tahîncîoglû*   Çend roj berê Ajansa Mezopotamyayê nûçeyek weşand, lê pir kêm hat nîqaşkirin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera 1992-1996'an de 22 kes di binçavan de hatibûn kuştin û cenazeyên wan hatibûn windakirin. Ji ber vê hin cerdevan hatibûn darizandin. Lê belê Walîtiya Mêrdînê heqê parêzerên cerdevanan dabû. Mirov naxwaze bibêje çima walîtî di doza kesên di binçavan de hatine kuştin û bedenên wan avêtine çalan de alîgir e. Rastî, pir aşkere ye û li ber çava ye...   Û jixwe Ajansa Mezopotamyayê berê jî nûçeyên der barê hestiyên mirovan ên li Qoserê ji bîran hatibûn derxistin, li gelek bajaran ji şikeftan, ji bîran û ji bin axê hatin derxistin de ragihandibûn.    Heman rojnamevanan mirin, îşkence, darizandin, binçavkirin, winda û JÎTEM'ê jî ragihandibûn.   Nûçeyên kesên ku nayên xwestin wekî rojnamevanan bên dîtin...    Jixwe di vî warî de mirov li dosyeya Nedîm Turfent binêre bes e ku hîn jî girtiye û ligel ku şahidan li dadgehê gotibû bi darê zorê, bi îşkenceyê îfade li ser dane jî hatibû cezakirin.    Ew nûçe yên kevneşopiyekê ne.    Ji kevneşopiya Mûsa Anter ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin û doza wî hîn jî didome û muhtemel e wê bê ceza bêhiştin.    Piştî wê nûçeya ajansê bi çend rojan, Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn.    Mijara nûçeyên xelat girtin; parlementerên hatibûn dorpêçkirin, penaberên ber bi mirinê ve hatibûn şandin, jinên hatibûn kuştin, parêzera di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.    Nûçeyên ji heman kevneşopiyê tên, kevneşopiya ku ji Mûsa Anter dewr hatiye girtin...    Wateya rojnamevaniyê, gava tişta herî zêde tê veşartin bê ragihandin, tam bi keys dibe.   Rojnamevanên ku ligel xetereya girtin, binçavkirin, windakirin û derbkirinê li devereke ku wekî "herêm" tê wesifkirin, li devereke ku gelek kes ji bo wê xwe li nedîtinê datînin bi derfetine kêm û biçûk xwe, xwe bi xwe digihînin û rojnamevaniyê dikin.    Bi israr, bi inyad dikin.    Tu saziyên nûçeyan ne bê qisûr û bê kêmasî ne. Helbet Mezopotamya jî ne bê qisûr û bê kêmasî ye.   Lê belê çawa ku tişta veşarî aşkere dike, ji kesên naxwazin wan bibînin re jî bi inyad dibeje "Em li vê derê ne."    Û bi inyad divê bê destnîşankirin: Ne ji rojnamevanên wê derê be, tiştên îro em pê dizanin û pê dihesin belkî me pir kêm zanibûya û pê bihesiya yan jî qet pê nehesiya û nedîtana.    * Rojnamevan-Nivîskar