Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene! 2020-09-20 09:03:18 Tûrgût Dedeoglû*    Ajansa Mezopotamyayê 3 salî ye...   Ew, çend jin û mêr in ku ligel hemû zext û zoriyan bi dirûşmeya "Derew sûc e" dane ser rêya kevneşopiya çapemeniyeke birûmet û şanaz û anîne roja îroyîn. Hûn wan, carinan gava bi karkerên çandiniyê re hevpeyvînan dikin dibînin, carinan jî gava bi malbatên karkerên di qezayên karî de jiyana xwe ji dest didin dibin hemhal dibînin; li çalakiyên karkeran ku çapemeniya berbelav naçe wan, li daxuyaniyên jinan ên doza mafên xwe dikin. Di çalakiyên Dayikên Şemiyê de gava polîs êrîşê dibin ser çalakgeran û pê re ew jî derban dixwin dibînin. Ê wan kartên wan ên çapemeniyê yên ku dewlet dide tunene. Ji ber vê jî li protokolên dewletê cih nagirin. Ew kes in ku polîs naxwazin wan di tu çalakiyan de bibînin. Çendî ku bibêjin em rojnamevan in jî, lê nikarin vebêjin. Lê çi dibe bila bibe rêyekê dibînin û nûçeya xwe çêdikin û digihînin gel.    Em bi saya wan bi çîrokên kesên hatine tunekirin dihesin. Ne ji wan bûna me yê nizanibûya ka li Cizîrê, li Sûrê çi qewimiye. Ew mudawîmên girtîgehan e. Herî zêde ew di lîsteya rojnamevanên kuştî de ne. Bi cehd û xîreteke mezin dixebitin. Gava behsa Çapemeniya Azad tê kirin, ewilî ew tên bîra mirov.  Axirkê tu heyî Ajansa Mezopotamya! Zarokno, axirkê hûn hene. Her bijî.    * Rojnamevan