‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’ 2020-09-20 09:01:39   AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî, wê îro derbarê salvegera qetilkirina Apê Mûsa de panelekê li dar bixe. Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev derbarê panelê de axivî û diyar kir ku Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye.   Tora Ziman û Çanda Kurd wê di 21’ê Îlonê de têkildarî salvegera qetilkirina Mûsa Anter (Apê Mûsa) de panela bi navê “têkoşerek, rojnamegerek û bavek” li ser hesabên xwe yên medya civakî yên weke youtube, facebook, twîter û perîscopê di saet 21.00’an de li dar bixin. Panela ku moderatoriya wê rojnamevan Hatîce Kamer dike, lawê Apê Mûsa, Anter Anter wek axivîner mevan e. Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev derbarê panelê de axivî.   ‘EM DIXWAZIN APÊ MÛSA JI ALIYÊ BAVTIYÊ DERXÎNIN PÊŞ’   Berşev bal kişand ser salvegera rojbûn û qetilkirina Apê Mûsa û wiha got: “Me wek Tora Ziman û Çanda Kurdî beriya mehekê derbarê jiyana Apê Mûsa de kurte vîdeoyek amade kiribû û bi raya giştî re parve kir. Em ê di 21’ê mehê de jî derbarê jiyana Apê Mûsa de bernameyekê çêbikin. Derbarê tekoşerî, rojnamegerî û bavekî çawabûye em ê bi lawê wî re vê panelê çêbikin. Em dixwazin Apê Mûsa hinek ji aliyê bavtiyê ve derxin pêş.”   ‘DIVÊ EM LI PEY ŞOPA APÊ MÛSA BIÇIN’   Berşev, da zanîn ku Apê Mûsa ji bo gelê kurd kurtedîroka sedsala kurda ne û wiha berdewam kir: “Gelê kurd çi kişandi be Apê Mûsa jî di sedsala dawî de heman tişt dîti ne. Apê Mûsa di sala 1920’an de hatiye dinê. Ji xwe gelê kurd di wê salê û şunde li Tirkiyeyê gelek zilm û zordarî ditîne. Apê Mûsa jî ketiye girtîgehê, gelek zehmetî kişandiye û hatiye qetilkirin. Apê Mûsa hem nivîsandiye hem ferheng amadekiriye, ewqas xwestiye ku ji bo kurdan tişta bike. Apê Mûsa ji bo min kurtedîroka sedsala 21’an a kurda ne. Îsal hem sedsaliya rojbûna wî ye hem jî ya qetilkirina wî ye. Wek hemû saziyên kurdan me jî xwest derbarê Apê Mûsa de tiştekê bikin, ji ber ku Apê Mûsa ji bo kurdan gelek tişt kirine rojmanevantî kiriye ji aliyekî karê enstituyê kiriye xwestiye ku kurd her tim pêş bikevin ji ber wê yekê divê em kurd wî tu car ji bîr nekin û bi her awayî xwedî lê derkevin. Divê em li pêy şopa wî biçin. Hêvî dikim ku ji nifşê nû jî gelek Apê Mûsa derkevin.”