HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin 2020-09-19 13:03:41   ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede, têkildarî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku xwest cezayê Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli bê erêkirin bertekên xwe anî ziman û got: "Dê teqez rojek bê îqtîdara AKP-MHP'ê ku vîna gel a rewa û demokartîk desteser kir û daraza di fermana wê de bê darizandin."    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Umit Dede, têkildarî daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli xwest cezayê wî yê 9 sal û 4 meh bê erêkirin, daxuyaniya nivîskî da. Dede, anî ziman ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli di 31'ê Adara 2019’an de wekî vîna gel hat hilbijartin piştî qeyûm tayînî şûna wî kirin 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza lê birîn. Dede, da zanîn ku Dadgeha Îdarî ya Herêma Amedê bi lez û bez cezayê wî di 15'ê Tîrmeha 2020'an de erê kir û wiha got: "Parêzerên wî di 4'ê tebaxa 2020'an de serî li Dadgeha Bilind dan. Di 10'ê Îlonê de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwest ceza bê erêkirin. Ev biryara di 18'ê Îlonê de gihişt destê parêzerên wî. Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Dê teqez rojek bê îqtîdara AKP-MHP'ê ku vîna gel a rewa û demokartîk desteser kir û daraza di fermana wê de bê darizandin."