Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin 2020-09-19 11:35:56   AMED – Li Amedê ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin Rojhat Demîr hat girtin.    Di 16’ê îlonê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, polisan bi ser malekê de girtibû û ji heman malbatê 5 kesan binçav kiribûn. Bav Mazhar û zarokên xwe Hasret, Buşra, Rojhat û Rojbîn Demîr piştî kirariyên xwe yên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî wan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar a Silhê ya Amedê kir. Dadgehê, bi şertê kontrola edlî bav Mazhar û zarokên wî Hasret, Buşra, Rojbîn Demîr berda û derbarê Rojhat Demîr de jî biryara girtinê da.