Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn 2020-09-19 10:34:42   AMED –  Zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê li Amedê li cihê lê hatiye qetilkirin û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser gora xwe bê bibîranîn. Ji bo dayîna xelatên rojnamegerên ku di pêşbirka ku li ser navê wî tê lidarxistin de xelat girtine jî li Stenbolê merasîmek bê lidarxistin.     Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), wê sibê di salvegera 28’emîn a qetilkirina zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin, li du navendan bernameyên bîranînê li dar bixe.    Ji bo bîranîna Anter bernameya destpêkê wê li Semta Seyrantepe ya Amedê li cihê lê hatiye qetilkirin bê lidarxistin. Bername wê saet di 11.00’an de bê lidarxistin û parlamenterên HDP’ê, rêveberê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nûnerên rêxistinên sivîl, nûnerên rêxistinên rojnamegeran û rojnameger tevlî bîranînê bibin.    Piştî bernameya li Amedê, wê saet di 15.00’an de li ser gora Anter a li gundê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bernameyeke bîranînê bê lidarxistin.    Her wiha ji bo dayîna xelatên rojnamegerên di pêşbirka ku her sal li ser navê Mûsa Anter tê lidarxistin de xelat girtine jî li Stenbolê saet di 17.00’an de merasîmek bê lidarxistin.