Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye 2020-09-19 10:16:35 AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Serhat Aktumur ê ku 3 kesên xwe wekî endamên MÎT'ê dan naskirin û ew revandin anî ziman ku ev êrîş, êrîşa li dijî ciwanên bi hêz fikrê HDP'ê diparêzin pêk hatiye."  Endamê Lijneya Rêveber a Navendî û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Aktumur, di 18'ê Îlonê de li Navçeya Peyas a Amedê ji aliyê 3 kesên xwe wekî MÎT'ê dan naskirin ve hat revandin. Piştî 3 kesan Serhat Aktumur revandin di bin navê “sohbetê” de xwestin bi wî re bi axivin û piştî li wî dan û îşkence lê kirin ew serbest berdan. Aktûmûr têkildarî revandinê û armanca revandinê ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    Aktûmûr, anî ziman ku duh (di 18'ê îlonê de) saet li dora 15.00'an piştî ji Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Rezan derket, diçû çarêyana Kantarê ya Peyasê û wiha got: "Dema ez di rêde diçûm kesekî rêya min birî û xwest bi min re sohbet bike. Dema min xwest xwe bide naskirin nasnameya ku logoya MÎT'ê li ser bû nîşanî min da. Min jî got 'Tiştekî ez bi tere bi axivim tune ye' Ku tiştek hebe divê hûn li Midûriyeta Polîsan bikin. Piştî min ev daxwaz red kir 3 kesan ez li maşînê sûyar kirim û ez revandim. Cihê ku ez lê revandim kamera MOSEBE hebû. Ez bi zorê li maşînê suyar kirim û revandim. Min got 'Min direvînin' û min alîkarî ji welatiyan xwest. Dema ez bi zorê li maşînê suyar kirim di maşînê de li min xistin. Ez derxistim dervê bajar. Li nêzî Nînova rawestiya. Min xwest xwe ji maşînê bavêjim. Welatiyan ez dîtim. Lê wan kesan ez girtim û destûr nedan. Gef li malbata min xwarin. Gotin 'Em ê gule berdin serê te' Gotin ‘Midûrê TEM'ê pir ji te bêzar bûye. Em ê te bibin li TEM'ê bikin mêvan' û gef li min xwarin."    Aktumur, anî ziman ku nêzî saetekê li wî xistin û gef li wî xwarin û wiha got: "Herî dawî ez birim Daristana Kent Ormanê. Ez li vir ji maşînê daxistim. Li wir çavê min girtin û nexwestin ez dora xwe bibînim. Ji min re gotin ‘Eger tu biçe Ajansa Mezopotamya ANF, Jinnews’ê roportaj bide û serî li ÎHD'ê bide di serî de malbata te emê we tevan bikujin. Em dewlet in. Em polîs in. Di asta herî jor de ne' û gef li min xwarin.  Min hemû daxwazên wan red kirin. Piştre ez li kaşekî berdam. Bi awayê nikaribim plakeyê bibînim ez berdam. Kesê bi navê ‘Nihat komiser’ bi min re daket. Gotin tu li pişt xwe binere emê gule berdin serê te."    Aktumur, anî ziman ku ji wan re gotiye 'Ez ê sibê li gel parêzerê xwe bêm midûriyeta polîsan û wiha got: "Dema min wisa got, kesê bi navê Nihat got 'Tu bêje ez dixwazim Nihat komiser bibîmin tuyê min bibîne' û piştre erebe ji min dûr ket. Piştre bi telefonê li min geriya. Got ‘Ez Komîser Nihat im. Sibê dema tu hat midûriyeta polîsan tu dikare ji vê nûmarê li min bigere'."    Aktumur, anî ziman ku gelek êrîş û zextên bi vî rengî li dijî endamên meclîsa wan a ciwanan pêk tên û wiha bi dawî kir: "Ev pêkanîn û êrîş li dijî fikra HDP’ê ne. Kesên li ser xwînê dijîn û bi xwînê xwe xwedî dikin, êrîşî vê fikrê dikin. Ciwan parazvanê herî xurt ên vê fikrê ne. Ji ber vê yekê êrîşî ciwanan dikin. Li Stenbol, Amed, Enqere, Îzmir Wan heman rêbazan pêk tînin. Ciwanan direvînin, gefan li wan dixwin û dixwazin bibin sîxur. Em baş dizanin ku tirsa wan a herî mezin ciwan in. Ciwan her tim dikevin xewnê wan. Ji ber sekna ciwanan nikarin bi hêsanî û aramî razên. Em ê têkoşîn û doza xwe berdewam bikin."    MA / Cahît Ozbek