Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin 2020-09-19 09:09:24   WAN - Parêzerên malbata herdu welatiyên ku hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina xwe bi 2 rojan li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê derketibûn holê û tê angaştkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin, giliya leşkeran kirin.   Di 11’ê îlonê de leşkerên ku derketibûn operasyonê, li navçeya Şaxê ya Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan û Osman Şiban (50) ê bavê 8 zarokan binçav kiribûn. Heta 2 rojan agahî ji Tûrgût û Şiban nehatibû girtin û iştre li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê derketibûn holê. Duh Tûrgût ji beşa lênêrîna awarte derxistin, lê Şiban hê jî di beşa lênêrîna awarte de tedawî dibe.    Malbatên Tûrgût û Şiban ku bi îşkenceya giran û bi angaşta ku ji helîkopterê hatine avêtin ketin rojevê, serî li Komîsyona Binpêkirinên Mafên Mirovan a Baroya Wanê dan. Parêzerên her du malbatan jî bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan û bi sûcdarİya “Birîndarkirina bi zanebûn” , “hewldana kuştinê” , “Xerab bikaranîna peywirê” û “îşkenceyê” giliya leşkerên berpirsyar kirin.    KONTROLA NASNAMEYÊ YA LI SER ÇOKAN   Parêzeran di daxwaznameya xwe cih dan agaştên girîng. Li gorî daxwaznameya parêzeran; leşker bi helîkopterê çûne gund, gundiyan li qadeke gund berhev kirin, li ser çokan kontrola nasnameyên wan kirine. Herdu welatiyên navborî derp kirine. Rayedarê leşkerî ji gundiyan re gotiye, ‘Êşa me heye, em hêrsa xwe di we de vala nekin em ê di kê de vala bikin. Em ê gundê we bişewitînin’. Di heman rojê de 15 leşker cara duyemîn diçin gund û Servet Tûrgût ku ji dundekî din binçav kirine bi xwe re birine gund û li vir Osman Şiban jî binçav dikin û herduyan bi xwe re dibin.    PIŞTÎ GEFA AGAHÎ DAYÎNA ÇAPAMENIYÊ MALBATAN AGAHDAR DIKIN   Li gorî berdewama daxwaznameya parêzeran; Gundiyan bertek nîşanî binçavkirina Tûrgût û Şiban dane. Li dijî vê yekê leşkeran jî gefa gulereşandinê li gundiyan xwariye. Leşkeran her dû welatiyan bi erdê ve kaş kirine û birine. Dem deman dengê qêrîna gundiyan hatiye bihîstin. Piştî ku leşker û Tûrgût Şiban ji gundiyan dûr dikevin, gundî diçin serê qotekî û dibînin ku leşker wan li helîkopterê siwar dikin. Li gund telefon nakişandiye û ji ber operasyonê gundî derneketine derve û ji malbatên wan re ranegihandine ku Tûrgût û Şiban hatine binçavkirin. Piştî du rojan malbat li qereqolê geriyane û derbarê wan de agahî xwestine. Rayedarê li ser telefonê ji malbatan re gotiye, ‘Ez nizanim agahiya min jê tuneye, min tiştekî nedîtiye, min tevlî van karan nekin’. Li ser vê malbatan gotiye ku heke hûn agahî nedin em ê agahî bidin çapameniyê. Li ser vê yekê piştî 15-20 deqeyan rayedarekî din li malbatan geriyaye û gotiye, ‘Xemgîn nebin, xizmên we li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê ne. Dêstûr nedane ku malbat bi Tûrgût û Şibanre hevdîtin bikin.   GILIYA LEŞKERAN KIRIN   Di berdewama daxwaznameyê de parêzer cih didin gotinên malbatên Tûrgût û Şiban û derbarê pêvajoya serlêdana gilîkirinê de ev agahî didin: “Em nizanin ku çi bi serê xizmên muwekîlên me ve hatiye. Tişta tê zanîn hatine girtin û piştre rakirina beşa lênêrîna awarte. Weke derp derbasî qeydên nexweşxaneyê bûye. Pêvajoya derpkirinê li kuder dest pê kiriye li kuder bi dawî bûye em nizanin. Bi kurtasî ev welatî ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û di roja sêyemîn de hatiye hînbûn ku li beşa lênêrîna awarte ne. Herdu welatî dema ku di bin kontrola leşkeran de bûne hatine derpkirin. Em giliya gumanbarên ku tevlî Operasyona Nordûz –Yildirim 10 bûne û xizmên muwekîlên me derp û birîndar kirine dikin.”   MA / Cemîl Ûgûr