ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-19 09:01:54   * Endama Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Osman Ozturk, diyar kir ku welatî nikarin xwe bixwe ji vîrûsê biparêzin û xwest ku polîtîkayên têkoşîna bi pandemiyê re careke din bên sererastkirin.   * Berpirsyara Bajar a ÛCÎM’ê ya Agiriyê Sumeyye Goksû, diyar kir ku berteka li dijî kuştina jinan a li Agiriyê kêm dimîne û ji kuştinên jinan ên li bajar ew hemû berpirsyar in.    * Parêzerên malbata herdu welatiyên ku hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina xwe bi 2 rojan li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê derketibûn holê û tê angaştkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin, giliya leşkeran kirin.   * Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, diyar kir ku stratejiya desthilatê astengkirina yekbûna hêzê ye û got ku divê li dijî vê muxalefet li derdora demokrasiyê bê gel hev û hê bêtir wêrek be.    * Dîcle Anter, di 28’emîn salvegera qetilkirina bavê xwe (Apê Mûsa) de bavê xwe vegot û ev tişt got: “Weke di nivîsên wî de jiyana wî jixwe mînak bû. Îro pir tiş hene ku herkes dikare ji vê jiyana hîn bike.”   *  Hevsaerokê KCD'ê Bedran Ozturk û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz wê li Rihayê bi gel re bên gel hev. (11.00)   * Nûnerên Rêxistinên Sivîl (STO) wê li Qada Şêx Seîd li hev kom bibin û li herêma Birça Keçikê paqijiyê bikin. (11.00)   * Wê çalakiya Dayikên Şemiyê ya 808’emîn ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên medya civakî bê lidarxistin (12.00)    * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" di hefteya 605'emîn de li dar bixin. (12.00)   * Meclisa Ciwanan a HDP'ê derbarê revandin endamê xwe de li Enqere û Êlihê civînên çapameniyê li dar bixin. (12.00)   * Ji bo girtiyên nexweş wê li Enqere û Stenbolê çalakiyên "Rûniştinên F" bên lidarxistin. (12.00-13.30)   * Meclisa Jinan a HDP'ê a Elihê wê starta kampanya "Em Xwe Diparêzin" li Eywana Konferansê ya Petrol-İş'ê bide. (16.00)