Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin 2020-09-18 17:45:07   AMED – Karker û arkeologan di xebatên restorasyona Birc û Sûrên Amedê de hestiyên 3 mirovan dîtin.     Xebata restorasyona Birc û Sûrên Amedê didome. Karker û Arkeologan di restorasyonê de hestiyên mirovan dîtin. Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku di xebatên restorasyonê de hestiyên mirovan dîtine. Midûriyeta Muzeyê arkeolog peyvirdar kirin û di Birca Heft Xwişkan de lêkolîn da destpêkirin. Di xebatdê de hestiyên 3 mirovan dîtin.