Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe 2020-09-18 17:21:41   EDENE – Pirtûka Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag a bi navê "Yıkılacak Duvarlar / Dê dîwar hilweşin" ku li girtîgehê nivisûbû gihişt destê xwînerê xwe. Li Edeneyê bi bernameyekê pirtûkên Yuksekdag îmze kirin.    Pirtûka Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag a bi navê "Yıkılacak Duvarlar / Dê dîwar hilweşin" ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaelî nivisûbû gihişt destê xwînerê xwe. Li Edeneyê bi bernameyekê pirtûkên Yuksekdag îmze kirin. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo îmzekirina pirtûkan li Navenda ÇanDê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê bername li dar xist û pirtûk îmze kirin. Li salona bernameyê pankarta "Merhamet ji çarika sipî tê lêdan, nanê di tendûrê de tê pêtin, tê lêdan. Ji nişka ve wêrekîya pêş dikeve, êşa tu carî bi dawî nabe tê lêdan" vekirin.  Gelek welatî jî tev li bernameya îmzeya pirtûkan bûn. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari pirtûkên Yuksekdag îmze kir.