Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor 2020-09-18 16:03:43   AMED - Baroya Amedê, ÎHD, OHD û TUAY-DER'ê der barê rewşa Girtîgehên li Kampusa Amedê lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Rêxistinan di raporê de diyar kirin ku girtiyên sirgûn bûne îşkence li wan hatiye kirin.    Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî (TUAY-DER), di meha îlonê de, li ser rewşa girtiyan û girtiyên sirgûn kirin de raporek amede kirin. Rayedaran di meha Îlonê de gelek siyasetmedar ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgehên Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1-2 yên Kampusa Girtîgehên Amedê. Rêxistinên mafan û hiqûqê rapor amade kirin û bal kişandin ser binpêkirina mafan. Rêxistinan rapor li Saziya Alîkariya Adlî ya Baroya Amedê parve kirin. Nûnerên rêxistinan tev li civînê bûn. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku piştî pêvajoya şewba vîrûsê li hemû girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye. Aydin, anî ziman ku li kampusa nû ya Amedê 9 girtîgehên nû hene û her ku diçe girtîgehên nû lê zêde dikin.    Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Halise Dakali jî bal kişand ser maf û peymanên Neteweyî û Navneteweyî yên kesayetî, siyasî û gerdûnî û wiha got: "Ev pêkanînên li ser girtiyan tên kirin bi tu awayî ne rewa ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê di serî de mafê jiyanê tê binpêkirin. Wekî din mafê raman û azadiyê tê binpêkirin. Rûmeta mirovan tên şikandin. Rêxistinên mafên mirovan ên civakî xebatên binpêkirina mafan dikin. Li girtîgehê girtî ji ber nexweşî û şertên girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Girtî tên sirgûnkirin û bi îşkenceya giran re rû bi rû dimînin. Tecrîd û îzolasyona li ser girtî û malbatan didome. Astengî û neheqiyên li ser girtiyan didomin.    LI GIRTÎGEHAN ŞEWBA VÎRÛSÊ BELAV BÛYE    Dakali, anî ziman ku şewba vîrûsa corona ku li derve belav bûye, êdî li girtîgehan jî belav bûne û wiha got: "Bi şewba vîrûsê re binpêkirina mafan zêdetir bûye. Li gel vê yekê sirgûn û sewq bi hiqûqê nayê vegotin. Minaka herî dawî li Zindana Amedê pêk hatiye. Ji ber binpêkirina mafan zêde bûye girtî ketine greva birçîbûnê. Li Kampuza Zindana Amedê Girtîgeha Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiyên Bilind hatin vekirin. Piştî ev girtîgeh hatin vekirin. Girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgehên Ewlehiya Bilind kirin. Heyetê li Girtîgeha Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind bi girtiyan re hevdîtin kirin.  Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 14'ê Îlon û 17'ê Îlonê de 46 girtî sewqî Girtîgeha Hêjmar 1-2 ya Ewlehiya Bilind kirine. Îro jî agahî hat ku dê girtiyên nû sewq bikin. Girtî dema sewq kirin bi zext û tundiya mezin re rû bi rû man. Ji ber binpêkirina mafan zêde bû, girtiyan dest bi greva birçûbûnê kirin.    Dema girtiyan sewq dikin jî şewb û nexweşiyê li ber çavan nagirin. Bi taybetî pênûsên resan nadin wan. Dest datînin ser hemû kaxiz, lênûsk û pirtûkên wan. Şelwer li girtiyan qedexe kiriye. Bi awayekî keyfî cilên wan desteser dikin. Dema girtiyan sewq û sirgûn dikin bi keyfî pêlavên wan ji piyê wan derdixin. Li gel pêvajoya şewbê kuralê şewbê li ber çavan nayên girtin. Li gel ku girtî bi heman ringê birin jî dema birin girtîgeha nû girtî xistine yek hucreyê.  Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Destûr nadin ku parêzer xwe bigînin girtiyan. Neheqiyê li girtiyan dikin û girtî derb kirine."    Dakkali, herî dawî xwest ku ev îşkence û zilma tê kirin bi dawî bibe. Dakkali, bang li hemû parazvanên mafên mirovan û kesên demokrat kir û xwest hestiyar tev bigerin.