Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê 2020-09-18 15:32:39   WAN - Girtiyê 75 salî Takiyettîn Ozkahraman ê li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê, ji ser hişê xwe çû û bi lez rakirin Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Wanê.    Girtiyê 75 salî Takiyettin Ozkahraman ku 3 salan li girtîgeha Mûşê ma û şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji ser hişê xwe çû û rakirin Nexweşxaneyê. Ozkahraman bi ambulansê ewil rakirin Nexweşxaneya Panosê û ji wir jî bi lez şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil ya Dursun Odabaşi. Ozkahraman, ji ber nefesa wî têr nake û nexweşiyên kezebê hene bi lez rakirin beşa venêrtina zêde. Hat diyar kirin ku rewşa Ozkahraman giran e. Ozkahraman, di sala 2014'an de di rêveberiya DBP û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Navçeya Milazgirtê de bûbû serokê rêxistina navçeyê.