Bavê êşkencekar hat girtin 2020-09-18 14:45:02   RIHA – Li Wêranşarê R.Ç. ê êşkenceyê li zarokên xwe kir hat girtin.    Li taxa Yavûz Selîm a navçeya Wêranşara Rihayê R.Ç. di 15’ê îlonê de bi qayîşê tundiyê li dijî 3 zarokên xwe pêk anî û şopên êşkenceyê derketin holê. Laşê H.N.Ç. (8), N.N.Ç. (6) û Y.E.Ç. (4) ji ber êşkenceyê reş û şîn bûbûn. Zarokan derbarê bavê xwe de gilî kir.    Ji zarokan H.N.Ç. û N.N.Ç. di daxwaznameya gilîkirinê de diyar kirine ku bavê wan her tim tundiyê li wan disepîne û bi dar û qayîşan li wan dide.    Hat zanîn ku ji ber tundiya R.Ç. dike ew hevjîna xwe N.Ç. hatine ber dev ji hev berdanê. Dayika zarokan N.Ç. jî derbarê hevjînê xwe de gilî kir.    LI DOZGERIYÊ LI XWE MIKÛR HAT    Li ser gilîkirinê R.Ç. hat binçavkirin û li Buroya Amîriyê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan û Nava Malbatê îfadeyê wî hat girtin. R.Ç. di îfadeyên xwe de her çiqas bêje ku wî şidetê li zarokan nekiriye, reş û şînbûna laşê zarokan ji ranzeyê de ketine û wisa bûye jî lê li dozgeriyê li xwe danî û ku wî bi qayîşê li zarokên xwe daye.    DADGEHÊ GOT SÛCÊ ‘SIVIK’    Piştî îfadeyên li dozgeriyê R.Ç. bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê hat kirin û ji sûcê “birîndarkirina sivik” hat girtin û ew şandin girtîgehê.