Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin 2020-09-18 14:30:01   MÊRDÎN - Ji bo polîs Seyfûllha Çinar ê li Mehserta Mêrdînê, hevjîna xwe Belma Çinar û xwesûya xwe Ummuhan Gullu kuştin, hat xwestin ku bi cezayê herî giran bêcezakirin.    3’yemîn danişîna doza polîs Seyfûllah Çinar ê di 28’ê Cotmeha 2019’an de, li navçeya Mehsertê ya  Mêrdînê hevjîna xwe Belma Çinar û xwesûya xwe Ummuhan Gullu bi çekê kuştin û bi sûcdariya “kuştina bi plankirî” tê darizandin, hat dîtin.    Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûc Seyfûllah Çinar ê polîs ji Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên her du aliyan jî di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir.    Çinar di parastin kir de, îfadeyên xwe yên berê dabûn dubare kirin, hevjîn û xwesûya xwe sûcdar kirin û da zanîn ku ewê di danişîna bê de li dijî mutalaya dozger parastina xwe bike.    Dozger ku mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, xwest ku Çinar bi cezayê herî giran bê cezakirin. Şandeya dadgehê dûre, biryar da ku girtina Çinar dewam bike û danişîn taloqî 4’ê Kanûnê kir.