Kotaya avê danîne ser girtiyan 2020-09-18 09:05:15   AMED - Mehmet Aydin ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Hîlwanê hat berdan, diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber ku nikarin biçin nexweşxaneyê rewşa wan giran dibe.   Bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê zêdetir bûn. Yek ji girtîgehên ku mafên girtiyan zêde lê tên binpêkirin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Hîlwanê ya Rihayê ye. Mehmet Aydin (38) salî ku di 8’ê tebaxê de ji vê girtîgehê hat berdan, qala binpêkirinên li girtîgehê û kir bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.    KOTAYA AVÊ   Aydin, diyar kir ku li girtîgehê dermannekirina girtiyên nexweş bûye pirsgirêkeke mezin û wiha got: “Girtiyên ku nexweşiyên kronîk bi wan re hene, hene. Ji ber ku nikarin biçin nexweşxaneyê nexweşiyên wan girantir dibin. Hevale Cafer Cengîz hebû temenê wî di seriya 65’an de bû. Nexweşiya wî ya dil hebû. Bi qasî ku dizanim anjiyo jî bibû. Divê her tim di bin kontrola bijîşkan de be. Ji bilî wî Şukru Akman hebû 27 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyeke wî ya ku divê tim di bin kontrola bijîşkan de be heye. Dîsa Hevalê Keleş hebû, nexweşiya wî ya hepatîtê hebû. Heke ku di bin kontrola bijîşk de nebe dibe ku nexweşiya wî belav bibe. Li gel vê yekê jî kotaya avê danîne. Dema kotaya avê xelas dibe av tê birîn.”   ROJNAME NADIN Û RADYOYAN JÎ KOM KIRINE   Aydin, anî ziman ku rojname jî ne didan wan û ev tişt anîn ziman: “Rojnameyên ku me dixwest em bibin abone nedidan me. Ji ber vê yekê em ji gelek agahiyan bêpar bûn. Radyoyên me kom kirin û birin. Pirtûkên me xistin kotayê. Her hevalek dikare 5 pirtûkan bigire. Pirtûkxaneyeke me ya dewlemend hebû lê kom kirin û birin. Bijîşk jî nîne û girtiyan dernaxin revîrê. Li girtîgehan vîrusa coronayê belav bûye. Her çiqas veşêrin jî belav bûye. Li girtîgeha me jî li gor agahiyên me bi dest xistin 50 girtî bi vîrusê ketibûn û di odeyên cuda de tên girtin. Ez bang li Saziyên Mafên Mirovan dikim ku binpêkirinên li girtîgehan bînin ziman û li ser bisekinin.”   NIKARIN AGAHÎ BIDIN!   Em derbarê mijarê de li rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Hîlwanê deriyan û rayedaran diyar kir ku nikarin bi riya telefonê agahî bidin me û ji bo agahî girtinê xwestin ku em serî li dozgeriya girtîgehê bidin.   MA / Fahrettîn Kiliç – Cahît Olmez