ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-18 09:00:15 *  Mehmet Aydin ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Hîlwanê hat berdan, diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber ku nikarin biçin nexweşxaneyê rewşa wan giran dibe.   * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di peyman û lihevkirinên navneteweyî de hatiye ewlekirin û bang li Tirkiyeyê kir ku berpirsyarên xwe yên van peyman û lihevkirinên navneteweyî ku aliyê wan e bi cih bîne.    * DMME’yê, derbarê serlêdana girtina Şaxa TAYAD’ê ya Edeneyê û ceza dayîna endamên wê de biryara “azadiya damezrandina komeleyê hatiye binpêkirin” da û Tirkiyeyê mehkûm kir.   * Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Însan (PÎA) Mehmet Kamaç, diyar kir ku êrişên di demên dawîn de li dijî kurdan pêk tên girêdayî polîtîkayên desthilatê ne û ev tişt got: “: Li hemberî van êrişan ji bilî înşakirina yekitiya neteweyî  rêyek din nemaye.”   * Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, diyar kir ku bi revandina endamên meclisa ciwanan a partiya wan tê xwestin ku xebatên partiya wan bên îllegaîzekirin û wiha got: “Desthilata AKP’ê hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne.”   * Malbata Ceylan Akpolat (25) ku li navçeya Xamûrê darvekirî hat dîtin, bertek nîşanî necezakirina kesên ku bûn sedemê mirina keça xwe dan û ev tişt got: “Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin. Jin tên kuştin lê kes nayê cezakirin.”   * Jinên koçer ên li Zozana Nebirnav a Colemêrgê, diyar kirin ku bi hev re her karî dikin û bi piştevaniyê hemû zehmetiyan derbas dikin.    * Gelek kesên navdar û parazvanên mafên mirovan piştgirî dan Deklerasyona HDP'ê ya Banga Aştiyê û xwestin ji bo Tirkiye nefesê bistîne her kes li vê bangê xwedî derkevin.    * Erdal Kotan ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, diyar kir ku Zulfu Yildirim ê 66 salî ku pê re li heman girtîgehê girtî ye, 8 meh in nikare biçe kontrolên xwe yên nexweşxaneyê û ji bo berdana wî banga hestiyariyê kir.   * HDP dê serdana Konseya Navendê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bike. (11.00)    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê piştî civîna MYK'ê li avahiya HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Danişîna duyemîn a derbarê 55 kesên li Xalfetî bi îşkenceyê re rûbirû mabûn dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê were lidarxistin. (11.00)   * Baroya Amedê, OHD, ÎHD, TUAY-DER dê derbarê binpêkirina mafên girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Tîpa F kirin raporek li avahiya baroyê bi raya giştî re parve bike. (12.30)