Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir 2020-09-17 21:28:38   AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê zilamekî hevjîna xwe Sevda Y. kêr kir û bi giranî birîndar kir.    Li taxa Cevatpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê zilamekî hevjîna xwe Sevda Y. ku nû zaroka wê çêbûbû kêr kir û bi giranî birîndar kir. Hevjînê Y. piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviya. Welatiyên ku bûn alîkarê Sevda Y. bi hevkariya xebatkarên tenduristiyê Y. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubiyê. Y. piştî rakirin nexweşxaneyê emeliyat kirin. Rewşa Y. giran e.