Leyla Guven hat berdan 2020-09-17 21:20:32 COLEMÊRG – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku îfade da dozgeriyê hat berdan. Dayika Aştiyê Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber axaftina xwe ya di kampanya “Em Xwe Diparêzin” a Tevgera Jinên Azad  (TJA) ku duh li bajar starta wê hat dayîn de kiribû, bi angaşta “teşfîqkirina nefrete” hat binçavkirin. Guven piştî îfade da dozgeriyê hat berdan. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran ku di heman bernameyê de banga aştiyê kiribû jî bi hinceta ku heqaretê li Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan kiriye, hat binçavkirin. Tûran jî piştî îfade da dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezaya Silhê ya Colemêrgê hat kirin û li dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan.  BINÇAVKIRIN JI ISRARA AŞTIYÊ RE NE ASTENGÎ YE Guven û Tûran li ber derê edliyeyê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û HDP’iyan ve hatin pêşwazîkirin. Guven li vir axaftinek kir û da zanîn ku gotine wê di aştiyê israr bikin û ji ber vê yekê hatine binçavkirin û wiha got: “Dixwazim bibêjim ku ev ji bo israra me ya aştiyê ne astengî ye. Belê em ê daxwaza xwe ya aştiyê bidomînin. Wê dayik daxwaza xwe ya aştiyê bidomînin.”