Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin 2020-09-17 17:22:57   DERSIM - Ji 2 birayên hev Mehmet Bozkurt Aydemîr ê li Dersimê winda bûn, 5 rojin agahî nayê girtin.    Du birayên hev Mehmet ê 41 salî û û Bozkûrt Aydemîr 48 salî yên di 13’yê Îlonê de, çûn Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûr a Dersimê û nêzî gundê Venk winda bûn, 5 rojin agahî ji wan nayê girtin. Du birayên hev Aydemîr ên di şîrketeke gaza xwezayî ya li Xarpetê de dixebitîn, berî demekê ji bo xebatê hatibûn Dersimê.    Li aliyê din, li ser wesayîta du birayan “Ji bo rewşên awarte” reqema telefonê li ser nivîsandî, nişeyek hatibû hiştin.    Xebatên lêgerîna her du birayan dewam dike.