Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin 2020-09-17 14:27:31 COLEMÊRG - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Tûran a duh li Colemêrgê di daxuyaniyê de banga aştiyê kir, hat binçavkirin .    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran hat binçavkirin. Polîsan Tûran birin Miduriyeta Ewlekariyê. Hat diyar kirin ku Tûran bi îdîaya “heqaret li Serokkomar” kiriye, hat binçavkirin.    Tûran duh li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, di daxuyaniya hat dayîn de, banga aştiyê kiribû.