Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin 2020-09-17 14:16:44 ENQERE - Emîne Şenyaşar bi daxwaza edaletê hat Enqerê hevdîtin bi CHP’ê kir. Şenyaşar, diyar kir ku heya kurê wê yê girtî neyê berdan ewê bajêr terk neke û got: “Yên sûcdar ne zarokên mene. Em bi malbatî perîşan bûn. Êdî bese, dengê me bibihîsin.”   Emîne Şenyaşar a li navçeya Pirsûs a Rihayê di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz de hatin kuştin, bi 2 kurê xwe Ferîd û Mehmet Şenyaşar re bi daxwaza edaletê hatin Enqerê û hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl re didomînin.      Malbata Şenyaşar, di vê çarçoveyê de duh bi Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP Engîn Altay re li Meclîsê hevdîtin kir. Malbata Şenyaşar piştî hevdîtina duh çû Navenda Giştî ya partiyê û bi Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Emîne Gulîzar Emecan re hevdîtin kir. Malbatê piştî hevdîtina saet û nîvekê dewam kir, li ber avahiya CHP’ê daxuyanî da çapemeniyê.   Ferît Şenyaşar, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev 2 salin em têkoşîna edaletê didin, lê em tu encam bi dest nexist. Ji ber vê em hatin Enqerê. Me xwest em bên Enqerê, bi hemû saziyên fermî û rêxistinên civaka sîvîl re hevdîtinê bikin. Ji bo ku em komkujiya xizmên parlamenterê AKP’ê li Pirsûsê bi serê me de vebêjin, hatin vê derê. Ev 4 rojin em li vê derê ne. Em hevdîtin bi parlamentere CHP’ê re kir. Ji me re gotin, ew ê divê dozê de heya dawiyê bi me re bin. Têkoşîna me û hevdîtinên me wê dewam bikin.    ‘DIVÊ HER KES DENGÊ VÊ DAYÎKÊ BIBIHÎSE’   Parêzer malbata Şenyaşar Bulent Dûran dûre axivî û bal kişand ser rewşa dosyeya dozê. Dûran, diyar kir wan jî bi malbatê re cihê xwe di hevdîtinan de girtin û wiha axivî: “Meqamên daraz û lêpirsînê, delîl ji holê rakirin û lêpirsîn ser û bin kirin. Ger ev komkujî bi hemû aliyên xwe ve neyê ronî kirin, li vî welatî wê ne aştiya civakî û ne jî edaletê pêş bikeve. Divê her kes dengê vê dayikê bibihîse. Ji bo vê me hevdîtinên xwe yên bi partî û rêxistinên civaka sîvîl re dewam dikin.”    ‘ÊDÎ DENGÊ MIN BIBIHÎSIN’   Dayika Emîne Şenyaşar jî, daxwaza edaletê kir û wiha got: “Ez dixwazim kurê min ê girtî bê berdan. 3 ji me kuştin, bila vî kurê min berdin. Divê tişta ku Xalîl Yildiz nekin. Yên sûcdar ne zarokên me ne, xizmên Xalîlîn in. Li Pirsûsê ji bo komkujiyan û dizitiyê tu tiştekê din nakin. Em bi malbatî perîşan bûn. Êdî bese, dengê min bibihîsin. Kurê min bi tena serê xwe di odeyekê dimîne. Zarokên Celal sêwî man. Heya ku kurê min ne berdin, ezê ji Enqerê dernekevim. Kurê min girtin. Lê qet dest nedan zarokên Xelîl. Bi xwîna zarokên min, diwarên nexweşxanê sewax kirin.”