Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya 2020-09-17 13:28:37 STENBOL - Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê, dibin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li Stenbolê kom bû. Di rojeva civînê de, dest bi hemleya têkoşîneke aktîf kirinê heye.    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dibin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li Otela Hîll a Taksîma Stenbolê civiya.    Rojeva sereke ya civakînê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên nijadperest ên di demên dawî yên li dijî kurdane. Di civînê de wê bernameya hemleya têkoşînek aktîf a li dijî tecrîda li ser Ocalan û dijminantiya desthilatariyê ya li hemberî gelê kurd bê lidarxistin.      OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR    Sernaveke din a rojeva civînê, operasyonên derveyî sînor û Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê tên meşandinin. Wê li dijî van operasyonan, hem di hûndir de û hem jî ji derveyî welat wê xebatên dîplomatîk û têkoşîne berfireh bi hêzên li dijî şer re bê kirin.      Di heman demê de wê di civînê de, gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li dijî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) bên dest girtin û zextên li dijî sazî û dezgehên civaka sivîl bên niqaşkirin.    Li bendêye ku HDP di çarçoveya van rojevan de, taqwîmeke çalakiyan di çarçoveya “Deklarasyona Banga Aştiyê” ya di 31’ê Tebaxê aşkere kir de, li dar bixe.