‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’ 2020-09-17 10:17:06 ENQERE – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Samet Menguç diyar kir ku di pergalek ku kapîtalîst wek roja 3iro de têkoşîna bi pandemiyê re gelek zehmet û nikarin têbikoşin.    Her roja ku diçe carek din hejmara pêketî û qurbaniyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) zêde dibin û li gelek bajaran li nexweşxaneyan cih nemaye. Hevberdevkê Polîtîkayên Tenduristiyê ya HDP’ê û Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Samet Menguç zêdebûna hejmarên pêketiyan û polîtîkayên îqtîdarê nirxand.    Menguç stratejiya pêvajoya pandemiyê rexne kir û ji destpêka pêvajoya şewbê ve hikumet di encama polîtîkayên şaş de bi ser neketiye. Menguç got pêvajoya “asayîbûnê” îro dibe sedema ku pêketiyên koronayê zêde bibin û ev zêdebûn jî ne surprîz e û encama polîtîkayên îqtîdarê ku tercîh kiriye ye.    HEJMARA PÊKETIYAN 10 QAT ZÊDETIR E    Menguç destnîşan kir ku hejmara pêketî û miryên koronayê 10 qatê hejmara ku Wezîrê Tenduristiyê eşkere dike ye û êdî kes bi vê hejmarê bawer nake. Menguç anî ziman ku bi guhertina demsalê re jî wê hejmara pêketiyên koronayê zêdetir bibin û dê pêvajoyek dramatîk li pey xwe bîne. Menguç got ew gavek serkeftî yê îqtîdarê diavêje jî nîne û dê nikaribin wisa ku bi tenê wezîfeyê bidin ser milê xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan têkoşînê birêve bibin. Menguç da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê û bijîşk hatine asta ber qedandinê û gilî û nerazîbûna bijîşkan jî bi vî awayî ye. Menguç diyar kir ku di her warî de ji aboriyê bigire heta mafên civakî û butçeyê tevdîr neyên girtin û civak neyê agahdarkirin ne mimkin e ku Tirkiye di têkoşîna li dijî koronayê de bi serbikeve û Tirkiye îro bi vê yekê re rûbirû maye.    TIRKIYE NESERKETÎ YE    Menguç destnîşan kir ku ji bo stratejiyek nû ya li dijî koronayê ne dereng e û di pergalek kapîtalîst wek roja îro de têkoşîna bi pandemiyê re gelek zehmet û îqtîdar ji ber polîtîkayên nikare têbikoşe her têbikoşe jî lê bis er nakeve.  MA / Bêrîvan Altan