Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin 2020-09-17 09:57:13 MÊRSÎN – Serokê komeleya karkeran Abdulselam Kutlu yê ji bo mafê karkeran bang dest ji berdana kar kir hatibû binçavkirin û wî kirin “alîgirê PKK’ê.”    Li Herêma Çûkûrovayê di navbera komeleyên karkeran û Yekîtiya Hinardeya Akdenîz (AÎB) de diyarkirina yewmiyên 2020’an hevdîtin hatin kirin û vê hevdîtinê encam neda. Li ser vê yekê karkeran biryara “derneketina kar” girt. Serokê Komeleya Karkerên Bêewle Abdulselam Kutlu jî banga dest ji berdana kar li karkeran kiribû. Kutlu û du endamên komeleyê di 15’ê îlonê de hatin binçavkirin. Li ser gilîkirinê hatine binçavkirin. Endamên komeleyê hatin berdan lê hat zanîn Kutlu hêj bernedane û biryara nepeniyê danîne ser dosyeya wî.    ‘RÊXISTINKIRIN MAFEK QANÛNA BINGEHÎN E’    Parêzera Kutlu, Sebahat Gençtarîh têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku miwekîlê wê mafê xwe yê yasayî bikar aniye û li ser gilîkirina kesekî hatiye binçavkirin. Gençtarîh destnîşan kir ku miwekîlê wê bi îdiaya “endamê PKK’ê ye û navê rêxistinê bikar aniye” hatiye binçavkirin û got: “Mafê rêxistinbûyînê mafek qanûna bingehîn e. Kar û barên komeleyê eşkere ye. Ji ber ku miwekîlê min mafê xwe yê qanûna bingehîn bikar aniye bi alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin. Gilîkirinek bêbinî hatiye kirin.”