TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne 2020-09-17 09:13:22   ENQERE – TTB’ê bersiva Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yê got “bila TTB were girtin” da û got: “Wê bijîşk bicih anîna berpirsiyariya xwe  bidomînin. Em li pey gotinên xwe û li ser wezîfeya xwe ne.”    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî banga girtina Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) kiribû. Konseya Navenda TTB’ê têkildarî banga Bahçelî daxuyaniyek nivîskî weşand û bersiva banga wî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Jiyan û jiyandin pêwîstiya têkoşîna me ya dîrokî ya berpirsiyariya bijîşkiyê ye. Em ê dest ji nûnertiya bijîşkiyê bernedin. Yekîtiya Tabîbên Tirk ji bo mafê tenduristiyê û jiyanê yê mirovan têkoşînek bêhempa dide. TTB neçare ku di warê tenduristiyê û jiyanê de di çarçoveya gerdûnî, yasayî û berpirsiyariya etîk de raya giştî agahdar bike. Ji bo em hevalên xwe bibîr bînin û ji bo hevalên me din nemirin deynê stûyê me ye ku em bikevin nava hewldanan. TTB û bijîşk çawa duh li ser karê xwe bûn wê ji îro şûn ve jî bi berpirsiyarî tevbigerin û pêwîstiya berpirsiyariya xwe bînin cih. Em wek Konseya Navendî ya TTB’ê li pey gotinên xwe ne û em li ser wezîfeya xwe ne.”