Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê 2020-09-17 09:12:20 MÊRDÎN – Tirkiyeyê der barê windabûna Hiznî Bîlmen ê piştî hat revandin û windakirin de 6 bersîvên cuda da Neteweyên Yekbûyî (NY). Malbata Bîlmen, bertek nîşanî bersîvên Tirkiyeyê da û got: “Em qatilê xwe nas dikin, lê dewlet qatîlan vedişêre. Divê Tirkiye rastiyê ji NY’ê re vebêje.”    Li Gundê Kerşaf ê Navçeya Mîdyada Mêrdînê di 14’ê Gulana 1995’an de, Fermandariya Cendirmeyan a Mîdyadê bang li Mehmet Emin Atuğ, Hizni Bilmen, Abdulkadir û Şakir Demir kirin û îfadeya wan girt. Piştî hatin binçavkirin Hiznî Bîlmen winda bû û carek din agahî jê nehat girtin. Malbata Hiznî Bilmen, piştî windabûna Hiznî serî li hemû sazî û dezgehên dewletê da, lê tu encam bi dest nexistin. Malbata Bîlmen pişt re serî li îHD, YAKAYDER  û Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyen navneteweyî da. Lê hêj rastî ronî nebûye. Rêveberên YAKAYDER’ê di salên 2014 û 2018’an de 30 caran serî li NY û Koma Xebata Kesên Bi Zorê Hatine Revandin a NY’ê da. Tirkiye heta niha 9 caran bersîv da. Di nava 9 caran de jî 6 bersîvên cuda dan NY’yê. Koma Windayên Bi Zorê têkildarî windakirinê bersîv ji Tirkiye xwest, lê Tirkiye heta niha 6 bersîvên cuda dan û rastî ronî nekir.     Tirkiye ewil bersîva “Bilmen piştî çû Fermandariya Cendirmeyan a Mîdyatê îfade da serbest hat berdan” da Koma Windayên Bi Zorê ya NY’yê. Tirkiye parast ku dibe Bîlmen tev li PKK’ê bûbe. Tirkiye di bersîva 11’ê Nîsana 2017’an de anî ziman ku der barê aqûta Bîlmen de di sala 2009’an de lêpirsîn dane destpêkirin û der barê vî kesî de tu agahî tune ye.    Tirkiye di rûniştina 8’ê Cotmeha 2019’an de dîsa bersîv da û got: “Kes wekî winda hatiye qeydkirin. Lêgerîna eskeran didome. Dozger di 4’ê Adara 2020’an de dest bi lêgerînê kiriye.  Koma Xebata Windayên Bi Zorê di 21’ê Îlonê de dîsa agahî ji Tirkiyeyê xwest.   Hizni Bilmen 25 salin winda ye, lê der barê aqûbeta wî de tu agahiyek şenber nehatiye dayîn.    Hevjîna Hiznî Bilmen Şukriye Bilmen û birayê Hiznî Mehmet Selim Bilmen, anin ziman ku 25 salin ji bo aqûbeta Hiznî Bîlmen ronî bikin têdikoşin. Malbatê anîn ziman ku Tirkiye heta niha der barê heman rastiyê de 6 bersîvên cuda dane NY’ê û wiha got: “Danişîna dozê dê di 21’ê îlonê de pêk bê.  Hevjîna Hiznî Şukriye Bilmen, anî ziman ku hevjînê wê di 14’ê Adara 1995’an re çû qereqolê û carek din neçû malê û wiha got: “Fermandariya Cendirmeyan bang li wan kirin. Hiznî piştî çû qereqolê carek din nehat malê. Zarokên me winda bûbûn. Eskeran got yên zarokên wan winda bûne, bila nasnameyên wan bînin û werin qereqolê. Hevjînê min jî nasnameyên zarokan birin û çûn Qereqolê. Hevjînê min piştî çû qereqolê me carek din agahî jê negirt. Me Serî li hemû saziyan da. Lê me tu encam bi dest nexist. Hevjînê min qetil kirine. Em ji bo fatîhê li ser gora wî bixwinin bila hestiyên wî bidin me. Wê demê Fermandarê Qereqola Midyadê Serbaz Hilmi Kahraman bû. Fermandar Ziya û Katil Metin hebûn. Kesên hevjînê min qetil kirin 3 kes in.”    GUND ŞEWITANDIN NOK, ŞEKIR U XWÊ LI NAVA HEV XISTIN    Şukrîye Bîlmen anî ziman ku piştî hevjînê wê binçav kirin û winda kirin bi şevê gund bi tang û topan bombe baran kirin û wiha axivî: “Gomên me xera kirin. Sewalên me kuştin. Rûn, şekir, nok, nisk, savar tev rokirin û li nava hev xistn. Heta dawiya dilopa xwîna xwe emê vê dozê bişopînin.”    Bilmen, anî ziman ku danişîn dê di 21’ê îlonê de pêk bê û xwet Tirkye bersîva rast bide NY’ê. Bîlmen xwest NY jî rola xwe bilîze.    KÎ DIAXIVÎ WINDA DIKIRIN     Birayê Hiznî Bîlmen Mehmet Selim Bilmen anî ziman ku kîjan şahidê der barê rastiyê de diaxivî roja din dihat windakirin û wiha got: “Kesên wê demê bi şopa windayan diket roja din dihat windakirin. Ji ber vê yekê kesî newêrîbû rastiyê bînin ziman. Em qatilan nas dikin. Lê dewlet wan diparêze û ronî nake.”     MA / Mahmut Ruvanas - Ahmet Kanbal