‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin' 2020-09-17 09:11:45   MERSÎN – Serokê Odeya Bijîjkan a Mersînê Mehmet Antmen, diyar kir ku li bajar rojane hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê derketiye 400 kesî û wiha got: “Ji ber îhtîmala hatina Serokkomar, bi caran test tên kirin û ev jî xwe di daneyên tên aşkerakirin de dide der.”   Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê û kesên ku pê jiyana xwe ji dest didin, ji ber bernameya asayîbûnê ya ku ji hêla hikûmetê ve hatibûn ragihandin, roj bi roj zêdetir dibin.  Yek ji bajarên ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê lê zêde bûne Mersîn e. Tenduristvanên li bajar, diyar dikin ku li seranserê bajar rojane hejmarên pêketiyan derketiye 400 kesî.    50 BIJÎJK MIRINE   Serokê Odeya Bijîjkan a Mersînê Mehmet Antmen, derbarê rewşa vîrûsa koronayê ya li bajar axivî û diyar kir ku beriya pêvajoya asayîbûnê li bajara hejmara pêketiyan rojane li derderoa 260 kesî bûye û lê piştre ev hejmara rojane derketiye 400 kesî.” Antmen, da zanîn ku niha li nexweşxane û malan derdora 500 pêketiyên vîrûsê li bajar hene û wiha got: “Navçeya ku herî zêde pêketî li pir in navçeya Akdenîz û herêma pîşesaziyê ye. Li bajara 50 jê bijîjk nêzî 200 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine û 2 bijîjk jî pê jiyana xwe ji dest dane. Li bajar ji bo tenduristiya gel û kedkarên tenduristiyê pirsgirêkên mezin hene.”    ‘TESTA KESÊN TORPÎLA WAN HEYE TÊ KIRIN’   Di  berdewamê de Antmen, destnîşan kir ku li nexweşxaneyan alozî û  gengeşî heye û wiha pêde çû: “Ev rewş bi awayekî neyînî  bandorê li  xebatkarên tenduristiyê dike. Ji ber ku  bergiriyên cemawerî  nayên girtin nexweşî zêdetir belav dibe. Lêkolîneke ku hejmara rasteqîn a pêketiyên vîrûsê derkeve holê nayê kirin. Testên ku niha tên kirin jî ji bo kesên ku torpîl û 3 nîşanên wan ên nexweşiyê hene tên kirin. Lê testên xebatkarên Serokkomariyê, lîstikvanên fitbolê, rêveber û endamên AKP’ê ji 3  rojan carekê tê kirin. Di nav mehekê de 10  caran testa parlamenterê AKP’ê kirine û testa wî pozîtîf derketiye. Ev weke ku testa 10 kesan hatibe kirin tê nîşandan. Tişta ji gel tê veşartin ev e.”   RÊVEBERIYA TÊGIHANDINÊ   Antmen, bi lêv kir ku ne li ser kesên rast li ser kesên şaş test tên kirin û ev tişt anî ziman: “Li Mersînê 3-4 hezar test tên kirin. Li vir hejmar pir girîng e, lê  ji  hejmara  bêtir  testên  kî/ê tên kirin ew girîng e. Mînak bi caran testên endamên AKP’ê hatine kirin. Ji ber îhtîmala ku Serokkomar bê vir ez zanim ku  di  nav mehekê de 3 caran testa xebatkarekî walîtiyê hatiye kirin. Niha tê xwestin ku bê nîşandina rêveberineke baş a şewbê heye. Dixwazin di wateya siyasî û tenduristiyê de çîrokeke serkeftinê biafirînin. Sedema kêm nîşandana daneyan ev e. Li vir ji rêveberiya pandemiyê  zêdetir rêveberiya têgihandinê heye. Di vê meneyê de difikirim ku  gel  tê  razandin.”   MA / Omer Akin