Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin 2020-09-16 16:49:29   SAMSÛN- Platforma Demokrasî ya Samsûnê, kuştina Eymen Hammamî yê ji Sûriyeyê û êrîşên nijadperest ên li bajêr şermezar kirin.    Platforma Demokratîk a Samsûnê, derbarê Eymen Hammamî yê Sûriyeyî yê li navçeya Vezîrkopru di necama êrîşa nijaderestiyê hat kuştin de daxuyanî da. Daxuyanî li Derbasoka Suleyman a navçeya Îlkadim hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila êrîşên nijadperest bi dawî bibin û bijî yekitiya gelan” hat vekirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, bê navber dirûşmeyên li dijî nijadperestiyê berz kirin.    BÊ CEZA HIŞTIN, NIJADPERESTIYÊ ZÊDE DIKE   Ji endamên platformê Saît Kocaman, di daxuyaniyê de axivî û got: “Li welatê gelek penaberan şer heye. Ji ber vî şerî neçar mane ku koçî Tirkiyeyê bikin. Polîtîkayên nijadperest û cihêkar dibin sedema zext û tundiyên li penaberan tên kirin. Ji ber ku rayedar bergiriyan nagirin û bersûcan ceza nakin,  ev êrîş dewam dikin. Provokasyonên nijadperest û êrîş heyî, tenê bi koçberan re sînordar namînin. Di rojên derbasbûyî de li Sakarya, Afyon û cihên cuda karkerên kurd rastî êrîşan tên û tên kuştin.”    ‘YÊN ŞER DIXWAZIN BERPIRSIYARIN’   Kocaman, diyar kir ku li Samsûnê her tim êrîşên wiha rû didin û wiha bilêv kir: “Yên ku şer dikin, alîkariya nijadperestan dikin, karker û penaberan mîna koleyan didin xebitandin û yên şer dixwazin berpirsiyarin. Li dijî hemû şer, tundî û dagirkeriyê, divê hemû gelên bindest bi hev re têbikoşin. Ev pêdiviyek bingehîne.”