Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin 2020-09-16 15:16:41   STENBOL – Danişîna doza nûçegihanê me Îdrîs Sayilgan hat taloqkirin.    Nûçegihanê ajansa me Mezopotamya (MA) Îdrîs Sayilgan bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna duyemîn a doza Sayilgan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat lidarxistin. Sayilgan û parêzerê xwe bi rêya deng û dîmen ji Dadgeha Çaglayana Stenbolê beşdarî danişînê bûn.   Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest bi îdiaya “bi rêya weşanê propaganda rêxistinê kirye” Sayilgan were cezakirin.    Sayilgan parastina xwe kir û got wî propaganda nekiriye wî di çarçoveya pîşeya xwe de xelkê agahdar kiriye. Sayilgan îdiayên li ser xwe red kir û xwest were beratkirin.    Parêzer jî ji bo parastinê dem xwest.    Şandeya dadgehê danişînê taloqî 2’yê kanûnê kir.