Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin 2020-09-16 14:53:40 ENQERE - Dozger têkildarî Kadîr Şeker ê li Konyayê destûr neda ku Ozgur Dûran jina binavê Ayşe D. derp bike û bû sedema mirina wî, xwest di asta herî jêr de bê cezakirin.    3’yemîn danişîna doza Kadîr Şeker ê li navçeya Selçûklû ya Konyayê, di 5’ê Sibata 2020’an de destûr neda ku Ozgur Dûran jina binavê Ayşe D. derp bike û bû sedema mirina wî, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin.   Şeker ê bi sûcdariyên “bi zanebûn kuştin”, “sûc û cezayên derbarê kêr û amûrên din de” tê darizandin bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên her du aliyan jî di danişînê de amade bûn. Malbata Şeker û hin nûnerên rêxistinên jinan danişîn şopandin.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe aşkere kir û xwest Şeker di asta herî jêr de bê cezakirin. Şandeya dadgehê ji bo ku parêzer amaderkiyên xwe yên parastinê bikin, danişîn taloqî 15’ê Cotmehê kir.